Kongreya Star 3 hezar û 500 mask li şêniyên Kobanê belav kirin

Li herêmên Rêveberiya Xweser di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de, Komîteya Aborî ya Kongreya Star a bajarê Kobanê 3 hezar û 500 mask li şêniyên Kobanê belav kirin.

Kongreya Star 3 hezar û 500 mask li şêniyên Kobanê belav kirin
2 gulan, 2020   11:11
KOBANÊ

Tê zanîn ku werşeya Amargî ya dirûtinê ya Kongreya Star maskan didirû û Komîteya aborî ya Kongreya Star mask li kolana pîşeyî(Sîna), Tilel, Berîd û sûka Hal(sebze) belav kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya xweparastina ji belavbûna Koroanvîrusê de, weşeya Amargî  11’ê Nîsana derbasbûyî dest bi dirûtina maskan kir û Desteya Tenuristiyê jî mask dîzenfekte kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/knO6Ttcany0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>