Komîteya Kedkaran a Dirbêsiyê serdana saziyan kir

Bi boneya Roja Cejnsa Karkeran, Komîteya Kedkaran a Dirbêsiyê serdana karkerên hemû saziyên sivîl û xezmetkariyê kir.

Komîteya Kedkaran a Dirbêsiyê serdana saziyan kir
2 gulan, 2020   11:22
HESEKÊ

Duh 1 Gulanê bû anku Roja Cejna Karkeran bû, roja 1 Gulanê roja berxwedana karkeran a bidestxistina mafên xwe û misogeriya wekheviya di navbera hemû beşên civakê de ye.

Bi vê boneyê endamên Komîteya Kedkaran a navçeya Dirbêsiyê serdana gelek saziyên navçeyê kir û cejna karkeran li wan pîroz kir.

Komîteyê destpêkê serdana Şaredariya Gel kir, paşê gelek saziyan û serdana aşê Dirbêsiyê kir.

Komîteyê dema serdana saziyan kir şêranî li karkeran belav kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EcUWXJ0Mr3I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>