Li Cerbablusê 2 çete hatin kuştin û 5 birîndar bûn

Îro li bajarê Cerablus ê bakur rojhilatê bajarê Helebê di navbera çeteyên Ceyiş El-Şerqiye û polîsên leşkerî der şer derket û di encama wê de 2 çete hatin kuştin her wiha 5 jî birîndar bûn.

Li Cerbablusê 2 çete hatin kuştin û 5 birîndar bûn
2 gulan, 2020   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê şerê di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li gundewarên Helebê, şopand.

Navenda çavdêriyê got ji şevê din ve di navbera çeteyên Ceyiş El-Şerqiye, polîsên leşkerî û çeteyên Artêşa Niştîmanî de li gundewarên bakur rojhilatê Helebê şerên dijwar rû didin.

Navendê destnîşan kir ku çeteyên Ecnad El-Şerqiye, çeteyên Ensar El-Şerqiye û Firqet 106`an ku endamên wê ji parêzgeha Dêrazorê ne sewqiyatên leşkerî ji Efrînê û Idlibê anî da ku destekê bidin çeteyên Ceyiş El-Şerqiye û Ehrar El-Şerqiye.

Navendê diyar kir ku çeteyek ji Ceyiş El-Şerqiye û yek ji polîsên leşkerî hatin kuştin her wiha 5  çeteyên din jî birîndar bûn.

Navendê got artêşa Tirk a dagirker tenê li şerê di navbera komên çete de temaşe dike.

Niha rewş aram e, lê alozî hîna didome û hemû çeteyên li wir di nava amadekariyê de ne.

(bx)