Li Hesekê tedbîrên nû hatin girtin

Piştî belavbûna vîrusa Koronayê li bajarê Hesekê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajêr tedbîr zêde kirin.

Li Hesekê tedbîrên nû hatin girtin
2 gulan, 2020   10:54
HESEKÊ- CEWZA IBRAHÎM

Ji destpêka ragihandina qedexeya dereketina derve li herêrmên Barkur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîursê, xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Tenduristiyê dewam dikin.

Piştî ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 rewşên Koronavîrusê li bajarê Hesekê belge kirin, ji bo parastina tenduristiya şêniyan Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên xweparastinê zêde kirin.

Der barê tedbîrên nû yên hatine girtin de, yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê Azad Eyûb ji ANHA`y ê re diyar kir ku ji ber ku rewşên nexweşiya (covid-19) li herêmê derketin, dema qedexeya derketinê hat dirêjkirin û wiha dewam kir: "Piştî belgekirina 2 rewşên Koronavîrusê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve li taxa Umran a bajarê Hesekê, biryara qedexeyê heta 11`ê Gulanê hat dirêjkirin."

Eyûb bi bîr xist ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Gerînendetiya Tenduristiyê , qedexeyeke giştî li taxa Umran a bajêr ferz kir û wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Gerînendetiya Tenduristiyê li bajêr, hemû pêdiviyên şêniyên taxê bi rêbazên tenduristî û dezenfektekirî peyda dikin."

Azad Eyûb destnîşan kir ku cihên qerebalxê wekê; qehwexane û xwaringehan qedexeya ku bên vekirin, lê belê dê dikanên bazirganiyê û firin ji saet 6`ê sibehê heta saet 15:00 vekirî bimînin.

Eyûb destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariyê tevgera derbasbûna cotkaran tevî karkerên bi wan re ku diçin nava zeviyên hêsan dikin, lê belê ligel qanûnên parastinê ku divê valahiya cih di nava wan de hebe û maskan jî têxin.

Eyûb wiha domand: "Erebeyên ku sebze û xwarinê bar dikin jî biryara qedexeyê li ser wan ne derbasdar e, lê belê bar li ser bendên kontrolê ji hêla gerînendetiya tendursitiyê ve tê keşfkirin û dezenfektekirin da ku ewlehiya der heqê hilnegirtina Koronavîrusê de piştrast bikin.

Têkildarî kesên li derveyê Hesekê tên dermankirin û rewşên wan ên nexweşiyê awarte ye, Eyûb wiha axivî: "Divê şênî erknameyên fermê ji Desteya Tenduristî ya bajarê Hesekê bînin û dê li gorî wê derkevin û têkevin bajêr."

TÎMÊN TUNDURISTÎ LI TÊKETIN Û DERKETINA BAJÊR

Azad bal kişand ser ku wan tîmên tenduristî li tevahî têketin û derketina bajêr da ku germahiya şêniyan bipîvin belav kirine, her wiha da ku kesên bigûmana pêketina Koronavîrusê jî hebin veguhêzin navendên tenduristiyê.

Azad wiha gotinên xwe berdewam kirin: "Di dema gûman rewşên Koronavîrus an jî bilindbûna germahiya kesên ku di bendên kontrolê re derbas dibin hebe, ji hêla tîma tenduristî ya awarte û tîma tenduristî ya Heyva Sor a Kurd ku li ser bendan hene tên keşfkirin û kesên nexweş bi rê û rêbazên tenduristî dibin karantînayê."

Di dawiyê de Azad bang li şêniyan kir ku li gorî biryar û tedbîrên parastinê tev bigerin da ku Koronavîrus li herêmê belav nebe.

 (cx-fr)

ANHA