Fermandarekî tevgera Talîbanê hat kuştin

Di êrişa hêzên Afganistanê de fermandarekî û du parêzvanên wî hatin kuştin.

Fermandarekî tevgera Talîbanê hat kuştin
2 gulan, 2020   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa"Khaama Press" a afganî îro diyar kir ku hêzên afganî êrişî çekdarên tevgera Talîban kir û bi vê yekê tola kuştina leşkerê xwe hilanîn, di encama êrişê de fermandarekî tevgerê û du pasdarên wî hatin kuştin.

Nivîsgeha herêma Nangarhar bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê tevgera Talîbanê Beşar û 2 leşkerên herêmî yên Afganistanê duh bi şev li herêma Patti Cot  hatin kuştin.

Heta niha Tevgera Tablîbanê der barê vê bûyerê de tiştek negotiye.

Li gelek herêmên welat hîn jî di navbera çekdarên tevgera Talîban û hêzên Afganistanê de şer berdewam e, li gel vê yekê kar û xebata çareseriya siyasî da ku dawî li van nakokiyan were jî didomin.

Li gorî rapora Meclisa Ewlekariyê Neteweya Afganistanê, di mehên dawîn de tevgera Talîbanê êrişên xwe zêde kirine, çavdêr jî texmîn dikin ku êrişên wiha gefan li hevpeymana aştiyê dixwin. Hevpeyaman aştiyê di navbera DYA`yê û tevgera Talîbanê de hatiye îmzekirin.

eh