Komîteya Kedkaran a herêma Firatê serdana karkerên herêmê kir

Bi boneya cejna Karkeran a Cîhanê, Komîteya Kedkaran a herêma Firatê daxuyaniyek parve kir û serdana xebatkarên saziyên herêmê kir.

Komîteya Kedkaran a herêma Firatê serdana karkerên herêmê kir
2 gulan, 2020   10:17
KOBANÊ

Serdana endamên Komîteya Kedkaran ji aşxaneya sereke ya bajarê Kobanê destpê kir û li gelek saziyên din ên herêmê dewam kir.

Di serdanan de, komîteyê 430 kartên ku pere tê de ne diyarî xebatkaran kir.

Beriya belavkirina diyariyan, endamên komîteyê ev daxuyanî parve kir:

Komîteya Kedkaran a herêma Firatê 1`ê Gulanê cejna Karkeran a Cîhanê li gel û tevahî xebatkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê û cîhanê pîroz dike, ku ji bo serxwebûnê û pêkanîna wekheviyê û edaleta civakî, têkoşiyan.

Em îro salvegera 134`emîn a vê boneya pîroz, pêşwazî dikin. Yekitiya Kedkarên herêma Firatê ji bo parastina destkeftî û berjewendiyên kedkaran, her wiha ji bo peydakirina şert û mercên tenduristiyê yên baş ji bo karkeran, dixebite.

Di avakirina civakeke demokratîk, azad û ekolojîk de, beşê herî girîng û bi bandor, karker û kedkar in.

Daxuyanî bi siloganên; Bijî 1`ê Gulanê, Cejna Karkeran a Cîhanê, bijî biratiya karker û kedkaran, bimire sîstema dictator, bimire koletî, bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q0tAPUZvP6w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>