Jeffrey: Divê hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin

Nûnerê amerîkî ji Sûriyê re James Jeffrey piştrast kir ku divê hemû hêzên biyanî ku ji sala 2011`an de derbasî Sûriyê bûne ji Sûriyê derkevin. Her wiha destnîşan kir ku vekişandina bi temamî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di nava lîsteya xebatê wan ê vê demê de ye.

Jeffrey: Divê hêzên biyanî ji Sûriyê vekişin
2 gulan, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê amerîkî û berpirsê dosyaya Sûriyê James Jeffrey ji rojnameya Şerq El-Ewset re got welatê wî dê bi hemû şêwazên pêkane ên diplomatîk û lûcistîk destekê bide topbarana Îsraîlê li ser baregehên Îran ên li Sûriyê. Jeffrey destnîşan kir ku divê hemû hêzên biyanî ku beriya 2011`an ne li Sûriyê bûn ji welêt derkevin.

James Jeffrey wiha domand: "Siyaseta me der barê derketina hêzên Îranê ji xaka Sûriyê de ye, her wiha divê hêzên leşkerî yên biyanî ku piştî 2011`an derbasî welêt bûne derkevin û ev yek ji bo hêzên me û hêzên Tirkiyê ye jî derbasdar e."

CEZA BERDEWAM IN

Nûnerê amerîkî ji Sûriyê re piştrast kir ku welatê wî dê ferzkirina cezayan li ser Şamê dewam bike û wiha anî ziman: "Em destekê didin ferzkirina cezayan li ser rejîma Sûriyê heta ku çareseriya siyasî qebûl bike. Her wiha cezayên aborî rewşa kesên nêzî serokê rejîmê xirabtir dike."

'HEBÛNA KOALISYONÊ HETA TUNEKIRINA DAIŞ`Ê DEWAM E'

Der barê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Jeffrey ev agahî dan: "ku hêzên polîsên leşkerî yên Rûsya li wê deverê hene, dewriyeyan li herêmê pêk tînin, lê hêzên mezin ên Rûsya li ser xakê tune ye û tişta bi navê dagirkeriya Rûsya tune ye, ji bilî çend baregehên leşkerî li Qamişlo û Dêrazorê ku tu hebûna wan a rastî li ser erdê tune ye. Lê belê hêzên li ser erdê QSD`ê ne û ew hevalbendên me ne û li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên terorîst şer dikin."

Der heqê vekişandina Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jeffrey wiha got: "Hebûna me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta erka ma ya leşkerî ku bi temamî rêxistina DAIŞ`ê tune bibe, dewam bike."

Her wiha Jeffrey eşkere kir ku vekişandina bi temamî niha niha ne di rojeva xebatên wan ên heyî de ye, ji ber heta niha bi temamî rêxistina DAIŞ`ê tune nebûye.

(bx)