Di şerê bi DAIŞ`ê re 10 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin

Hêzên Heşdî Şebî da zanîn ku li herêmên Beled û Mekêşêfe yên başûrê Tekrîtê di navbera hêzên wan û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû dane û piştrast kir ku 10 endamên wan hatine kuştin.

Di şerê bi DAIŞ`ê re 10 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin
2 gulan, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Heşdî Şebî li ser mijarên daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku bi destekdayîna hêza asîmanî, ji bo şopandina çeteyên DAIŞ`ê herêmên şer dorpêç kir.

Her wiha destnîşan kir ku di şerên bi DAIŞ`ê re, 10 endamên wan hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên meydanî.

Heşdî Şebî di 28`ê meha borî de, ji bo paqijkirina çolistana Ekaşat a li ser sînorê Iraq-Sûriyê operasyoneke hevbeş a bi artêşa Iraqê û parêzvanên sînor re, dabû destpêkirin. Operasyon piştî zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê, hat ragihandin.

(cx)