`Jin kedkarên sereke yên civakê ne’

Rojnamegerên jin 1`ê Gulanê li tevahiya kedkarên cîhanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku jin karkerên sereke yên civakê ne.

`Jin kedkarên sereke yên civakê ne’
1 gulan, 2020   04:35
QAMIŞLO-BOTAN HISÊN-HÊLÎN HESEN

Îro 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a cîhanê ye. Tevahiya karkerên cîhanê vê rojê pîroz dikin û wek batlaneyek fermî tê hesibandin.

Dîroka vê rojê vedigere serdema 19`an. Beriya ragihandina vê rojê bi çend salan, Chicago di serdama 19`an de karker ji bo kêmkirina saetên kar li Hamilton çalakî lider dixistin. Bi taybet tevgera ku bi Tevgera 8 Saetan dihat naskirin.

Di 1`ê Gulana 1886`an de karkeran li Chicago  piştre Toronto kar boykot kirin. Di navbera 350 hezar û 400 hezar karker de tev li boykotê bûn. Karkeran banga diyarkirina saetên kar dikirin. Li Toronto li Kanda serokê karkeran ê Amerîkî Peter McGuire tev li şahiya cejna karkeran bû.  Ew hizir bi xwe re bir Amerîkayê û di DYA`yê de yekemîn cejna karkeran di 5`ê Îlona 1882`yan de li bajarê New York hate pîrozkirin.  Di sala 1904`an de civîna kongreya sosyalît a navneteweyî li Amstedamê bang li tevahiya rêxistin û sandîqayên karkeran kir bi taybet ên sosyalît di roja 1`ê Gulanê de ji her sal kar nekin û wek roja batlaneyek fermî were hesibandin.

Têkoşîna jinê ne kêmtir bû. Lê belê rolek pêşeng di civakê de û rolek girîng di warê kar de lîst. Çi di mal de yan jî derveyî wê. Ji bo mafên xwe û wekheviyê di saetê kar de biparêze gelek şoreş lidar xistin. Di her du waran de pispor bû û xwe isbat kir bi taybet di serdema pêşketina zanistî û şaristanî de.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinê bi taybet jina karker rolek pêşeng lîst. Ji bo pêşxistin û pêşketina civakê di tevahiya warên siyasî, aborî, leşkerî, civakî û ragihandinê de kedên bê hempa xerc kirin.

Girêdayî vê mijarê Şêrîn Xelîl karmendê ajansa Firatê ya Nûçeyan beşa wergerê ji ANHA’yê re girêdayî girîngiya kedên karkeran di pêşxistina civakan de axivî û got: "Di destpêkê de ez roja 1`ê Gulanê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya karkeran li cîhanê pîroz dikim. Bi saya kedên karkeran civak û welat pêş dikevin."

Şêrîn ronahî berda ser kedên bê hempa yên jinê di civakê de û got: "Wek jin ev rojê pîroz dikin. Ji ber ku jin karkerên sereke yên civakê ne. Ji aliyekê ve di malê de kar dikin, ji aliyên aborî û civakî ve birêxistin dikin û zarok xwedî dikin. Ji aliyekî din ve li derveyî mal kar dikin ji bo ku rola xwe di civakê de bilîzin û xwe îsbat bikin. "

Nebîle Hemê karmenda warê ragihandinê di Radyoya El-Şemal de roja Karkeran a Cîhanê li tevahiya karkerên jin û mêr li tevahiya cîhanê pîroz kir û ev tişt destnîşan kir: "Ne ji karkeran û çalakbûna wan a mezin, mirovahî nedigihîşt van astên pêşketî."

Nebîle di dawiyê de bal kişand ser rola jina karker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û di warê ragihandinê de bi taybet kir û got: "Di salên dawîn de jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek mezin di warê ragihandinê de lîst. Her wiha rola jinê di salên şoreşê de şopand."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dj764H939Z8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>