Rûsya nerazîbûn nîşanî êrişa li Efrînê da

Rûsya êrişa terorîst a li dijî sivîlên kantona Efrînê şermezar kir û got divê têkoşîna li dijî terorîstên li Sûriyê berdewam bike û got: " ji bilî domandina têkoşînê li dijî terorîstên li Sûriyê tu alternative nîn in."

Rûsya nerazîbûn nîşanî êrişa li Efrînê da
30 nîsan, 2020   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdeva Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova îro di daxuyaniyekê de got:  "Agahî hene ku roja 28‘ê Nîsanê li sûka bajarê Efrînê ya bakurê rojavayê parêzgeha Helebê teqînek rû da, li gorî daneyên dawî derdora 40 kes bûn qurbanî di nav de 11 zarok hene û 47 kes jî birîndar bûn."

Zakharova bi domdarî got: "Em êrişên terorîst ên li dijî sivîlan şermezar dikin û diyar dikin ku ji bilî domandina têkoşînê li dijî terorîstên li Sûriyê yên ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ew xistine lîsteya terorê tu alternative nîn in."

Zakharova, derbarê aloziya li herêmên li ser sînorê Sûriyê- Tirkiyê yên din serweriya Enqereyê de fikarê xwe anî ziman û got: "Herêm ên Sûriyê ne divê dawî li serweriya Şamê vegerin."

Berdeva Wezareta Derve ya Rusya Maria Zakharova di dawiya axaftina xwe de got: "Em di wê baweriyê de ne ku ewlehî û aramiya dayîm li herêma sînorê Sûriyê- Tirkiyê û welat bi giştî bi vegera serdestî, serxwebûn û yekitiya xaka Sûriyê pêkan e."