Kongreya Star û Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 1‘ê Gulanê pîroz kir

Kongreya Star û Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 1‘ê Gulanê li tevahî karkeran pîroz kirin.

Kongreya Star û Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê 1‘ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2020   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi du daxuyaniyên cûda 1‘ê Gulanê Roja Kekaran pîroz kirin.

Di daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star de hate gotin:

"Em Kongreya Star 1‘ê Gulanê cejna Karkeran li tevahî karkerên cîhanê bi taybet li jinên karker pîroz dikin.

Bi derketina dewletê re tebeqe di civakê de ava bûn. Bi pêşketina zihniyeta kapîtalîzimê re beşek mezin ji civakê rastî zulm, çewisandina mafan hat. Ev beş ê karkeran e. Bi sedema kapîtalîzmê ya ku xwe li ser hesabê keda kerkerên ava kir anku karkeran ji bo qota xwe ya rojan dixeibtin herî zêde jin ziyan dît. Tevî ku jin mîna saetên kar ên ku zilam kar dikir, lê bi hinceta xwezaya bedena wê ya nazik mafên wê hatin xwarin. Ev rêbaz ji aliyê pergala kapîtalîzmê ve li ser karkerên jin dihat meşandin, heta ku karker bê sebr man, di encamê de xwepêşandan destpê kirin û banga mafan bilind bû.

Nêzîkatiyên wiha heta roja me ya îro li gelek welatan didome. Ji ber vê yekê divê em têbikoşin ta vê rêgezê ya ku exlaq û giyanê tevgeriyê lawaz dike, ji holê rakin û ji bo avakirin civakekî wekhev bê tebeqe ava bikin.

Bi vê wesîleyê em bang li jinên karker dikin ku li kuderê bin bila bibin j bo mafên xwe bêdeng nemînin, nehêlin ku kes keda wan bixe, ji ber ku keda mirov qîmet dide mirov.

Her sal û hemû jinên karker û karkerên cîhanê di nava xêrê de bin."

Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê de hate gotin: "

1‘ê Gulanê roja têkoşîna hevpar a karkeran li hemberî her cûre keysbazî, zulm û îstîsmarkirina keda wan ku ji aliyê pergalên desthilat ve li ser wan tê meşandin.

Beşê karkeran di nava mercên têkoşînek dijwar de mezin bû, ev jî hêz, îrade da berxwedana wan.

Karkeran rolek mezin û girîng di şoreşa me ya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê de list, bi beşên din re têkoşîn kir da ku armancên civakê, di azadî, wekhevî, demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş navbera hemû pêkhateyan de pêk bînin.

 Bi vê boneyê em hemû karkerên û kedkarên cîhanî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin û bang li gelê xwe dikin ku tedbîrên li dijî Koronavîrusê bi cih bînin.

Her wiha em dengê xwe didin dengê tevahî azadwazên cîhanê û têkoşerên wê ku şer û nakokiyan bi dawî bikin da ku bighêjin aştî û ewlehiyek daîm ku maf û azadiya gelan misoger bibe."

ANHA