Ji Şaneya Aloziyê biryarên nû derbarê Hesekê de

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê bang li şêniyan kir ku biryarên têkildarî Koronavîrusê bi cih bînin û destnîşan kir ku taxek li bajarê Hesekê hatiye karantînekirin, piştî ku Koronayê lê hatiye dîtin.

Ji Şaneya Aloziyê biryarên nû derbarê Hesekê de
30 nîsan, 2020   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê daxuyanî da û derbarê bajarê Hesekê de ku du kes lê bi Koronayê ketine biryarên nû dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Bi berdewama xeteriya belavbûna pandemiya Koroanayê re, piştî îsbat bû ku du kes li bajarê Hesekê pê ketine û rewşên bi guman hene û li gorî biryara 39 a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê 30‘yê Nîsana 2020‘an civiya û ev biryar standin:

-Qedexeya çûn û hatinê 10 rojên din hatin dirêjkirin, ji sibeha roja Şemiyê 2‘yê Gulana 2020‘an heta 11‘ê Gulana 2020‘an,

-Qedeya çûn û hatin ji saet 15:00‘an heta 06:00‘an a roja din e.  Hemû dikan, pîşesazî û sûk ji saet 06:00 heta 15:00‘an tên vekirin.

-Di dirêjahiya dema qedexeyê de çayxane, xwaringeh, kafterya, deverên olî, dibistan û zanîngeh girtî dimînin.

-Taxa li bajarê Hesekê ya ku koronayê lê hatiye dîtin bi temamî tê karanîtnekirin.

-Ji bilî wesayîtên veguhestina madeyên xwarin, tenduristî, sotemenî û sarîcên avê çûn û hatine erebeyan ji bo bajarê Hesekê qedexe ye.

-Komîte û meclis dê pêwîstiyên jiyanî yên malbatên di taxên karantînekirî de bi cih bînin.

-Xebatên paqijkirin û dezenfektekirina deverên giştî û yên taybet ên bajarê Hesekê dê bidomin.

-Dê test ji kesên gumanbar re ên li taxên karantînekirî werin çêkirin.

-Pêwîst e welatî rêgeza ji hev dûborn û nekombûna zêdeyî du kesan li cihekî pêk bînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo parastina tenduristiyê tevahî biryar û perspektîfên Şandeya Aloziyê û Desteya Tenduristiyê bi cih bînin."

ANHA