​​​​​​​Li Tirkiyê 93 kesên din ji ber Koronayê mirin

Li Tirkiyê 93 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'yê jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174.

​​​​​​​Li Tirkiyê 93 kesên din ji ber Koronayê mirin
30 nîsan, 2020   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên şewba Koronavîrusê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Koca, daxuyand ku di 24 saetên dawî de 93 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 615 kesên din jî bi şewbê ketine.

Bi van daneyên dawî yê Koca re, hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 174 û hejmara kesên bi şewbê ketine jî bû 120 hezar û 204.