Desteya Şaredariyan a Efrînê 1‘ê Gulanê pîroz kir

Desteya Şaredariyan a Efrînê 1‘ê Gulanê pîroz kir, banga têkoşîn û hevgirtinê li hemberî pergala desthilatdar ên faşîst kir.

Desteya Şaredariyan a Efrînê 1‘ê Gulanê pîroz kir
30 nîsan, 2020   15:48
ŞEHBA

Endamên Desteya Şaredariyan a Efrînê li gundên Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê kantona Şehbayê kom bûn û bi wesîleya 1‘ê Gulanê Cejna Kakeran daxuyanî dan.

Endamên desteyê Zehrîban Hisên bi zimanê Kurdî û Ebudurlrehman Resûlo bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de 1‘ê Gulanê li Rêber Apo û hemû karkerên cîhanê hate pîrozkirin û hate gotin ku ev roj ji bo tebeqeya karkeran hêz û îradeya ji bo ku mafên xwe bidest bixin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser belavbûna Koronavîrusê li cîhanê û xeteriya wê ya li ser mirovahiyê û hate diyarkirin ku ev vîrus encamên hegemoniya dewletên kapîtaîst û industriel e yên ku qezenciyê li ser hesabê keda mirov û xwezayê digirin, ji ber vê yekê ziyanên mezin gihandin ekolojyayê.

Desteyê di daxuyaniyê de ev tişt hate domandin: "Wekî her sal em nikarin îsal Roja Karkeran pîroz bikin, sedema wê jî belavbûna vîrusa Koronayê ye û sekinandina bi sedan kargeh û fabîreyên ku bi sedan karker lê kar dikin. Lê sedem çi be keda kerkeran a ji bo azadiya welat ji bîr nakin.

Bi wê wesîleyê em banga rêberê gelan a ji bo gelê herêmê, bi taybet gelê Rojhilata Navîn bi bîr tînin ku banga têkoşîna hevpar li hemberî rejîmên desthilat û faşîst dikin."

Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê soza domandina têkoşîn da û hêvî kir ku sala bê her karkerek li wlatê xwe bi azadî û rûmetî vê cejnê pîroz bike.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina têkoşîna karkeran û pîrozkirina 1‘ê Gulanê hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e0fGrGjGw2Q" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>