Meclisa Jin: Dewleta Tirk li ser ewlehiya cîhanê xeter e

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqîna li bajarê Efrînê ya ku di encamê de sivîl bûn qurbanî şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a ku destekê dide terorîstan li ser ewlehiya cîhanê xeter e."

Meclisa Jin: Dewleta Tirk li ser ewlehiya cîhanê xeter e
30 nîsan, 2020   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî teqîna mezin a ku roja 28‘ê Nîsanê li navenda bajarê Efrînê pêk haibû û di encamê de bi dehan sivîl bûne qurbanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate got: "Roja 28‘ê Nîsanê li bajarê Efrînê kiryareke terorîst rû da ku bajêr hejand; tankerek di sûka gel a bajêr de hat teqandin. Di encamê de 53 sivîl ji niştecihên resen ên Efrînê bûne qurbanî, di nav de derdora 12 zarok hebûn, her wiha bi sedan jî birîndar bûn. Ev kiryar bajarê Efrîna birîndar kir hedef a ku dewleta Tirk a dagirker ji du salan û vir ve sûc û fesadî lê belav kiriye. Bi destê artêşa Tirk û komên girêdayî wê kuştin, revandin, destdirêjiya li dijî xak û rûmetê, dizî û talankirin, koçberkirina bi zorê û guhertina demografî bûn para xelkê Efrînê, ne pirejin û ne jî kalemîr ji van hovîtiyê bê par nemane. Armanc ji vê kiryara hovane tirsê bixwe nava şêniyên resen da ku mal û milkên xwe terik bikin, di encamê de dest deyinin li ser milkên wan.

Ev kiryara terorîst di demekê de ku  topbarana Tirk a li ser gund û navçeyên Eyn Îsa, Til Temir û Girê Spî didome pêk hat. Her wiha di dema êrişa li dijî navenda Asayîşa Giştî ya Kobanê de pêk hat.

Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe lihevkirina agirbestê yabi  Rûsyayêre , her wiha hemû biryarên navnetewî yên derbarê agirbestê ji ber Koronavîrusê (covid-19) binpê dike. Di heman demê de bi sûc û destekdayîna xwe ya bi terorîstan re  xeteriyê li ser ewlehiya cîhanî çêdike.

Em Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên li dijî sivîlên Efrînê û yên herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkerî şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi lez destwerdanê bike, fişarê li dewleta Tirk bike da ku hêzên xwe ji tevahî herêmên dagirkerî yên Sûriyê vekişîne.

Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî dikin ku komîteyên lêpirsînê bişîne da ku hemû cûreyên binpêkirinên li dijî sivîlan bibîne."

ANHA