ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2020
29 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyê bi navê Xelîl Bilal di salên 90’î de bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Bilal bang kir û got: “Divê herkes xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve û li ser rûyê erdê bixe meryetê. Da ku armancên şoreşê pêk werin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Felat Mihemed Xan (61) ji ber nexweşiya şekir, kangren di lindê wî yê rastê de çêbûye û lingê wî hatiye qutkirin. Li gorî gotinên cîranan, piştî ku tevahiya zarokên wî çûne derveyî welêt, bi tenê ye û rêxistinên mirovî jî alîkariyê nadinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Piştî ku PDK’ê gelek hêzên xwe şandin Zînî Wertê, bertekên zêde çêbûn û niha kêm be jî ew alozî bê deng bûye. Aloziya li Zînî Wertê parçeyek ji planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bû û vê yekê careke din planên dewleta Tirk a dagiker ên dagirkirina Kurdistanê aşkera kirin ku Kurdistan bûye navendeke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Her wiha xetereya hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî derkete holê.  (BI WÊNE).

-‘Li hember planên dewleta Tirk serkeftina herî mezin yekîtiye’, siyasetmedar Necmedîn Mele Umer  bi van gotinan bang li hêzên Kurd kir û got: “Nakokiyên xwe bi diyalogan çareser bikin û ji şerê birakujî dûr bikevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolînerê siyasî û pisporê karûbarên navneteweyî Cemal Raêf got: “Piştî ku gelê Lîbyayê mafê birêvebirinê da Xelîfe Haftar, dibe ku rê li pêşiya valahiya destûrî bê girtin.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Tenduristiyê û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke hevpar dan ku Akademiya Tenduristiyê bibe "Fakulteya Tenduristiyê" û girêdayî Zanîngeha Rojava be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dermanên li dijî kêzika "Sona" ya zirarê dide berhemên genim û ceh peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber hewcedariya herêma Dêrikê bi pergalek tenduristî ya lezgîn heye, Heyva Sor a Kurd bi desteya Heyva Sor a Kurdistanê re însiyatîfek da meşandin û dest bi amadekirina navendek ji bo xebatên tenduristî û rewşên lezgîn kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA