Misir: Têkildarî pêşeroja Lîbyayê divê bi terorîstan re diyalog neyên kirin

Wezareta Derve ya Misirê girêdayî komên terorîst ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin got: "Têkildarî pêşeroja Lîbyayê de nabe bi wan re danûstandin bê kirin."

Misir: Têkildarî pêşeroja Lîbyayê divê bi terorîstan re diyalog neyên kirin
28 nîsan, 2020   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Misirê Ehmed Haifz got, tevî nakokiyên di navbera aliyên Lîbyayê de yên li ser çawaniya pêkanîna çareseriyê, Misir bi çareseriya siyasî ji aloziya Lîbyayê re ve girêdayî ye.

Berdevk destnîşan kir ku Misir di çarçoveya hevkariya xwe ya daîm de bi dewletên xwişk û cîranê Lîbyayê re yên girîngî didin çaranûsa gelê Lîbyayê hewl dide aramiyê li qada Lîbyayê pêk bîne û yekitiya axa wê biparêze.

Her wiha Hafiz diyar kir ku di çarçoveya vedîtina çareseriya siyasî ji aloziya Lîbyayê re nayê wateyê ku bi şepelên tundrew ên terorîst ên li Lîbyayê yên ku Tirkiyê desteka wan dike diyalog bê kirin

Berdevkê fermî yê Misirê anî ziman ku Misir destkeftiyên ku artêşa Lîbyayê li ser erdê pêk anîne bi nirx dibîne û got: "Di encama van destkeftiyan de çalakiyên terorîstan li vî welatî bi paş ketin, ev yekê tê wateya ku xeteriya terorê ya ku ji Lîbyayê derdikeve da ku dewletên cîranê yên nêzî û dûr tehdîd dike, sînordar dike."   

(şx)