‘Serkeftina herî mezin yekîtiye’

‘Li hember planên dewleta Tirk serkeftina herî mezin yekîtiye’, siyasetmedar Necmedîn Mele Umer  bi van gotinan bang li hêzên Kurd kir û got: “Nakokiyên xwe bi diyalogan çareser bikin û ji şerê birakujî dûr bikevin.”

‘Serkeftina herî mezin yekîtiye’
29 nîsan, 2020   04:20
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ – ÎSAM ABDULLAH

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide di navbera hêzên Kurdî yên başûrê Kurdistanê de nakokiyan derxîne û wan ber bi şerekî navxweyî ve bidehfîne. Li hemberî van planan raya giştî ya Kurd bang li hêzên Kurdî dike ku bejewendiyên gelê Kurd di ser berjewendiyên kesayetî bigirin û destkeftiyên hatine qezenckirin biparêzin.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necmedîn Mele Umer ji ANHA‘yê re axivî û got: “Doza Kurdî, doza gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê divê hêzên Kurdî berjewendiyên partiyetî bidin aliyekî. Têkoşîna gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke hevgirtî ye û nayê parçekirin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji beriya sedên salan ve ji bo azadî, hebûn û nasnameya xwe şer kir û li ber xwe da. Di dîrokê de me dît çawa gelê Kurd destek da hemû şoreşên li dijî dimin. Li ser vê yekê nabe em astengiyan deynin pêşiya hevdu."

Mele Umer diyar kir ku dijmin bi hemû rêbazan şer dike da ku hebûn û nasnameya Kurdî ji holê rake û got: "Nabe em wekî Kurd sînoran di navbera xwe de çêbikin. Ji ber ku em li herçar parçeyên Kurdistanê bira ne.”

 Siyasetmedar Mele Umer bal kişand ku dewleta Tirk hewl dide pirsgirêkan di navbera hêzên Kurdî de derxîne da ku hebûna gelê Kurd tune bike.

Mele Umer di berdewama axaftina xwe de nerazîbûna xwe nîşanî ambargoya ku hêzên başûrê Kurdistanê li ser wargeha Mexmûrê ferz kirine, da û wiha pê de çû: "Ambargoya ku li ser wargeha Mexmûrê hatiye ferzkirin wê bibe sedema kuştina şêniyên wargehê. Divê başûrê Kurdistanê alîkariya wargehê bike, ne ku ambargoyê li ser ferz bike."

Derbarê aloziya di navbera hêzên Kurdî yên başûrê Kurdistanê li herêma Zînî Wertê de Necmedîn Mele Umer destnîşan kir ku pêwîste Kurd ji planên dijmên gelê Kurd hişyar bin ev tişt anî ziman: "Divê em rastiya dijimên xwe nas bikin. Dijmin li hemberî gelê me komployan plan dikeû hew dide şerekî Kurdî-Kurdî biafirîne da ku hebûna Kurdan li ser axa wan bi dawî bike."

Mele Umer da zanîn ku serkeftina herî mezin a li hemberî planên dewleta Tirk çareserkirina pirsgirêka Kurd û yekitiya hêzên Kurdî yên siyasî û leşkerî ye.

Sekretêrê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necmedîn Mele Umer bang li tevahî hêzên siyasî yên Kurdî û rewşenbîrên Kurd kir ku ji şerê navxweyî dûr bikevin, ji ber ku çarenûsa gelê Kurd tehdîd dike. Mele Umer got: "Îro divê Hêzên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Gel  û pêşmerge yek bin. Heger nakokî di navbera me de hebin divê bi rêya diyalogan em çareser bikin û nehêlin ku dijmin armancê xwe bighîne serî."

ANHA