Mijarên rojnameyên erebî – 27 Nîsan

Rojameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê, aloziya avakirina hikûmeta Iraqê û rewşa Tirkiyê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 27 Nîsan
27 nîsan, 2020   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: HILPERÎNA KOMÊN CÎHADÎST ÊN LI IDLIBÊ TIRKIYE LI HEMBER RÛSYAYÊ TENGAV KIR

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Artêşa Tirkiyê, çalakiyeke rûniştinê ya li ser rêya navdewletî M4 a di navbera Heleb û Laziqiyê de bi tundiyê belav kir, li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn ku ev cara duyemîn e di navbera wan û çalakvanên ku tê gotin endamên komên cîhadîst in de pevçûn çêdibe, çalakvan li ser rê pêşî li dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê digirin.”

Di 13`ê vê mehê de dîsa artêşa Tirk li ser heman rêyê çalakiyek belav kiribû, lê çalakvan dîsa vegeriyan û nehiştin hêzên Rûsyayê bikevin herêmê, vê tiştê Tirkiye li hember Moskovê tengav kir, lewma vê carê ji bo çalakvanan belav bike gule bi kar anîn û 4 kes hatin kuştin 9 jî birîndar bûn, piştî ku artêşa Tirkiyê gule û bombeyên gazê bi kar anîn.

Çalakiyan 13`ê meha Adarê dest pê kir, li dijî lihevhatina Tirkiye û Rûsiyayê ku 5 mehê pêk hatibû, jixwe yek ji xalên lihevhatinê ew bû ku rêya Heleb û Laziqiyê li pêşiya dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê bê vekirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku kuştina çalakvanan li ser destê hêzên Tirkiyê asta arîşeya li herêmê bilind kir, piştî wê di navbera çekdarên komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên Tirkiyê de gulebaran çêbû, her wiha hin top jî li xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li derdora bajarê Nêrebê ketin, balafirên keşfê yên Tirkiyê li asîmanê herêmê firiyan.

Ev cara pêşîn e ku di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û hêzên Tirkiyê de rûbirûbûneke wiha çêdibe, ev yek dê barê Enqereyê pir giran bike.

Meha Adarê, Enqereyê daxwazên Rûsyayê pejirandibûn, li gorî wê hatibû xwestin ku her du rêyên navdewletî bêne vekirin, her wiha hate gotin ku lihevhatineke veşartî jî hebû ku desthilata Heyet Tehrîr El-Şam bê kêmkirin, lewma Tehrîr El-Şam ketiye nava tevgerê û hewl dide dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Rûsyayê asteng bike.

Çavdêr dibêjin ku Enqere vê carê bi baldarî nêzî daxwazên Rûsyayê dibe, dixwaze nakokiyên bi Rûsyayê re kêm bike, lewma bi tundî tev geriya û çalakiya li ser rêya M4 belav kir.

Lêkolîner dibêjin ku Tirkiye di nava hefteyên derbasbûyî de bi hezaran leşker anîn herêmê, tevî metirsiyên nexweşiya koronayê jî, ew hewl dide bi tundî lihevhatinê biçespîne.

Tê zanîn ku di nava Heyet Tehrîr El-Şam de nakokî heye, beşek dibêje ku divê baweriyê bi Tirkiyê nekin û desthilata xwe biparêzin, lê beşek jî dixwaze li gorî daxwaza Tirkiyê tev bigere.

EL-BEYAN: KABÎNEYA HIKÛMETA IRAQÊ AMADE YE

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Parlamenterê bloka El-Fetih ya Iraqê Fadil Cabir duh piştrast kir ku serokwezîrê peywirdar Mistefa Kazimî kabîneya xwe ya hikûmetê amade kiriye.”

Her wiha got "Serokatiya parlamentoyê dê ji bo rûniştina erêkirina hikûmetê demekê destnîşan bike da ku navê endamên kabîneya nû wergire.” Da xuyakirin ku hemû endamên meclisê dê piştgiriya wezîrên bipîşe û kêrhatî bikin.

Serokê Iraqê Berhem Salih beriya çend saetan bang li hêzên siyasî kir ku ji bo bidawîkirina dosyaya hikûmeta nû karên hewldanên hevbeş bikin û mafên hemû pêkhateyên Iraqê biparêzin. Her wiha Salih daxwaz kir ku "Endamên kêrhatî û pak ku karibin dewletê bi rê ve bibin, hilbijêrin.”

ŞERQ EL-EWSAT: GUMAN HENE KU ERDOGAN BIÇE HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Opozîsyona Tirkiyê guman dike ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl bide hilbijartinên pêşwext pêk bîne, piştî ku piştgiriya partiya wî paş ket, da ku rê li pêşiya hevrikan bigire.

Anketên nû diyar dikin ku piştgiriya gel ji bo partiyên dijberî partiya desthilatdar zêde dibe, bi taybet yên cîgirê berê yê serokwezîr Alî Babacan û serokwezîrê berê Davutoglu.

Cîgirê serokê Partiya Pêşerojê Selçuk Ozdag got Erdogan bi rêya çapemeniya girêdayî wî, her wiha “artêşa elektronîk” a malperên civakî hewl dide ji raya giştî re bibêje ku pêwîst e di meha Mijdarê de yan jî Gulana sala 2020`an de hilbijartinên pêşwext bêne pêkanîn. Ji ber ku ew ditirse ku endamên partiya wî biçin nava partiyên din, her wiha di nava partiyê de jî nerazîbûn heye, ji ber kiryarên hikûmetê yên dema aloziya Koronavîrusê ku hiştiye bêkarî û xizanî zêde bibe. Ozdag her wiha got: "Hilbijêran berê dengên xwe didan AKP`ê ji ber ku tu alternatîfên wan tune bûn, li niha du partiyên nû hene û ji bo gelê Tirkiyê cihê hêviyê ne.”

Li gorî anketeke nû ku vê dawiyê hatiye amadekirin, dengên partiya Erdogan ji sedî 7 kêm bûne û gihaştiye ji sedî 35’an.