El-Mismarî: Tirkiye keştiyên şer dişîne peravên Terablusê

Lîwa Ehmed El-Mismarî aşkera kir ku dewleta Tirk 2 keştiyên şer, moşekên li dijî balafiran û sîstema parastina hewayî şandine perava deryayî ya Terablusê.

El-Mismarî: Tirkiye keştiyên şer dişîne peravên Terablusê
27 nîsan, 2020   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mîsmarî îro ji rojnameya Şerq El-Ewsat re diyar kir ku îhtîmal e balafirên şer ên Tirkiyê hundirê Lîbyayê, nexasim rojhilatê welêt yê cihê belavbûna artêşê, hedef bigire û piştrast kir ku tevgera şer a Tirkiyê li deryaya Terablusê dişopînin.

Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku hêzên hikumeta Wîfaqê û milîsên wê agirbestê bi kar tînin û komeke çeteyên sûrî û biyanî anî Lîbyayê. Her wiha parve kir ku çavkaniyên hundirîn û kesên bi navê “Serokatiya Erkana Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike, piştrast kiriye ku zêdetirî 17 hezar çete ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve çûne, di heman demê de derdora hezar û 800 çete vegeriyan Sûriyê, di nav wan de birîndar hene û zêdetirî hezar kuştî hene.

El-Mismarî got serwerkirina hêzên Wîfaqê ji bajarê Edenê yê li rojavayê peravê xetere ye, her wiha hin komên ku bi derengî derbasî wan bajaran bûne, sala 2016`an ji Sebrata hatibûn qewitandin. Ehmed El-Mismarî wiha axaftina xwe domand: "Bêguman dihat texmînkirin ku bi vegera wê re dê tolhildan çêbûya, di rastiya xwe de jî ev yek pêk hat û kesên li dijî wê sekinînin, hatin hedefgirtin.”

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 2011`an biryara xwe ya bi hejmara 1970`an derxist û bang li hemû dewletên endamên NY`yê kir ku çekan nefiroşin û neşînin Lîbyayê. Ev biryar zêdetirî carekê hate dirêjkirin.

(eh)