Li kampa Holê careke din hewldanên qetilkirinê

Li kampa Holê penaberekî ji Iraqê û hevsera wî rastî hewldaneke qetilkirinê hatin. Der barê bûyerê de çend kes hatine girtin û lêpirsîn der barê wan de berdewam e.

Li kampa Holê careke din hewldanên qetilkirinê
27 nîsan, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke ji kampa Holê hewl da penaberê ji Iraqê yê bi navê Yasir Abdulrezaq (30) û hevsera wî bikujin. Yasir Abdulrezaq û hevsera wî li beşa yekemîn a kampa Holê ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dimînin.

Penaber û hevsera wî bi alaveke tuj hatine birîndarkirin. Hêzên ewlekariya çakûçek li nêzî kampê dît. Abdulrezaq û hevsera xwe dema li ber xwe da, Abdulrezaq ji destê xwe yê rastê birîndar bû û hevsera wî jî ji zenda xwe derbe xwar.

Berpirsên ewlekariyê yên li kampê diyar kir ku hêzên ewlekariyê çend kesên biguman girtine û lêpirsîn wan berdewam e, lê heta niha negihaştine encamekê.

Kampa Holê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye, ji ber zêdetirî 40 hezar çeteyên DAIŞ`ê lê hene, ew jî ji Sûriyê, Iraqê û gelek welatên cîhanê ne, li gel vê yekê zêdetirî 26 hezar koçberên sûrî û penaberên ji Iraqê yên ku di dawiya 2015`an de berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser, hene.

Gelek caran ji ber ku penaberan firkrên DAIŞ`ê red dikir, li kampê ji aliyê jinên DAIŞ`î ve rastî şîdetê hatin û çend kes hatin qetilkirin. 

(eh)

ANHA