Pirsgirêka kanalîzasyonê ya li Til Beyderê piştî qedexeyê dê were çareserkirin

Şêniyên bajarokê Til Beyderê ji ber sikestina xetên kanalîsyonê ku bêhna genî derdixe, azaran dikişînin. Şaredariyê diyar kir ku ev pirsgirêk piştî qedexeya derketina derve wê were çareserkirin.

Pirsgirêka kanalîzasyonê ya li Til Beyderê piştî qedexeyê dê were çareserkirin
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya li Til Beyderê piştî qedexeyê dê were çareserkirin
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya li Til Beyderê piştî qedexeyê dê were çareserkirin
Pirsgirêka kanalîzasyonê ya li Til Beyderê piştî qedexeyê dê were çareserkirin
27 nîsan, 2020   07:31
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Ji beriya meh û nîvekê ve li bajarokê Til Beyderê yê girêdayî Hesekê xetên kanalîzasyonê şikestine. Di encamê de hilma genî û mêş derketine, ji ber vê pirsgirêkê şênî gazincan dikin.

Sedema şikestina xetên kanalîzasyonê ew e ku golek ji ber kombûna ava kanalîzasyonê, çêbûbû û li derdora kanalê gemar kom bûbû. Her wiha xetên kanalîzasyonê berovajî herikîna avê hatiye dirêjkirin.

Dirêjahiya boriya  xerabûyî 104 metre ne. Lêçûna sererastkirina wê milyon û 400 hezar lîreyên  Sûriyê ye. Lê heke serê karîzê û borî kanalîzasyonê werin guhertin dê lêçûna sererastkirina wê 10 milyon lîreyên Sûriyê be.

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ferman ji şêniyên bajarokê Til Beyder e li ser vê pirsgirêkê got: "Ji beriya meh û nîvekê ve xeta kanalîzasyona bajarokê şikestiye. Em ji hilma genî û kelmêşên ku kom dibin, aciz dibin."

Ebdulkerîm Ferman bal kişand ser ku wan daxwazname pêşkêşî Şaredariya Gel a navçeyê kirine, lê hîna bersiv nehatiye. Ferman bang li Şaredariya Gel a bajarokê Til Beyderê kir ku xeta kanalîzasyonê ya sereke ku ber bi rojhilat ve dirêj dibe, sererast bikin û ber bi başûr ve dirêj bike.

Welatiyê bi navê Salih Elî jî got: "Ji ber hilma genî em û zarokên xwe nexweş dikevin."

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Til Beyderê Elaa Salih ji ANHA‘yê re axivî. Elaa Salih sedema derengmayîna sererastkirina xeta kanalîzasyonê diyar kir û got: "Destpêkê me hewl da bi rêya pompê xetên xitimî vekin. Lê ji ber zexta zêde borî şikest, sedema duyemîn a şikestina wê ji ber ku li ser rûyê erdê ye."

SEDEMA PIRSGIRÊKÊ

Têkildarî sedema vê pirsgirêkê Elaa Salih diyar kir ku diyarkirina serê kanalê (rêjgehê) ji destpêka dirêjkirina kanalê ve ne guncaw bû, ji ber ku bilind bû û berê wê bi rojhilat ve bû û got: "Diviyabû berê aliyê şikestî bi başûr ve bûya. Lê ber bi rojhilat ve hatiye dirêjkirin. Her wiha rêjgeha kanalê li herêmeke nizm e. Ew jî dibe sedem ku gemar di boriyan de kom bibe."

Hevserokê şaredariyê got ji ber qutbûna kehrebeyê li ser bajarok, av zêde nedihat bikaranîn. Vê jî hişt ku bermahî çêbe. Lê dema berê kanalê ber bi başûr ve bê guhertin pirsgirêk dê çareser bibe. "

Elaa Salih da zanîn ku avêtina gemarê li ser kanala şikestî pirsgirêk mezin kir û bang li şêniyan kir ku ji şaredariyê re alîkar bin û gemarê neavêjin kanalê. Elaa Salih wiha axaftina xwe dewam kir" :Beşa Hawîrdorê ya şaredariyê hemleyên hişyarkirina gel meşandin ji bo ku gemarê neavêjin kanalê. Şênî di vî warî de bûn alîkar lê ji ber av kêm e û kanal bilind e, pirsgirêk mezin bû."

‘PIŞTÎ QEDEXEYÊ DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE’

Elaa Salih destnîşan kir ku projeya sererastkirina vê aloziyê heye û got: "Me biryara erêkirinê ji Şaredariya Rojava ya kantona Hesekê girtiye da ku dest bi sererastkirina kanalê standine bikin, lê ji ber qedexeyê proje dereng ma. Piştî qedexeyê dê pirsgirêk çareser bibe."

(eh)

ANHA