Şênî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya online didin

Xwendekar û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eleqeyeke mezin nîşanî proseya pewerdeyê ya online da.

Şênî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya online didin
Şênî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya online didin
Şênî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya online didin
Şênî eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeya online didin
27 nîsan, 2020   07:07
HESEKÊ – SALIH MIHEMED

Ji ber şewba vîrusa korona ya nû (Covid-19) perwerde li Bakur û Rojhlatê Sûriyê hate rawestandin. Ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema perwerdeyê ya ji dûr ve da destpêkirin. Li gorî vê sîstemê wêneyên astên seretayî, navîn û amadehî bi dîmenan têne amadekirin û li ser Rojava Tv û înternetê têne weşandin.

Li ser vê mijarê û astengiyên li pêş xwendekaran hinek xwendekar û malbatên wan ji ANHA‘yê re axivîn.

Zaroka bi navê Ronak Ferhan di pola 6‘an de dixwîne û anî ziman ku ev şêweyê wanedayînê gaveke baş e û got: "Ji ber ku em bi zimanê dayikê fêr dibin, li aliyekî din jî ji bo em waneyên hatine dayîn ji bîr nekin. Lê pirsgirêka qutbûna kehrebeyê bandorê li me dike."

Zaroka bi navê Riweyda Ferhan a di pola çaremîn de  dibêje: "Biryara dana wêneyan bi rêya televîzyonê tiştekî baş e, lê pirsgirêkek heye ku ji saet 8’ê sibehê heta 12’ê nîvro û ji saet 2’yê nîvro heta 5’ê êvarê kehrebe qut dibe yanî di dema weşandina waneyan de kehrebe tune ye.”

Ji ber vê pirsgirêkê Desteya Perwerde û Fêrkirinê waneyan li ser înternetê  jî parve kirine  da ku malbat karibin li gel xwe bar bikin û nîşanî zarokan bidin.

Riweyda her wiha tîne ziman: "Dema ez waneyan tê nagihêjim bavê min an jî xwişka min ji me re şîrove dike. Min ji hevalên xwe re got waneyan li ser televîzyonê bibînin da ku pêşeroja me winda nebe û di mal de bimînin, ji ber ku Koronavîrus zarok û mezinan ji hev cuda nake. "

Heyfa Semo, dayika Ronak û Riweyda jî nîşandayîna waneyan bi rêya televîzyon û înternetê gaveke baş wesifand û got: "Bi rêya wê zarokên me fêrî zimanê xwe yê dayikê dibin.”

Zarok Bilind Şikirî ji koçberên Serêkaniyê diyar kir ku wî li Dibistana Şerqiya ya Serêkaniyê perwerde didît, lê ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê koçber bû. Bilind her wiha dibêje: "Ji ber Koronavîrusê dibistan hatin girtin, lê ev li pêşiya me nabe asteng ku em di mal de perwerdeya xwe berdewam bikin û bi zimanê xwe fêr bibin.”

Ji ber pirsgirêka qutbûna kehrebeyê di saetên weşandina waneyan de Desteya Perwerde û Fêrkirinê duh bi koordîneya rêveberiya kanala Rojava Tv biryar da ku wane ji saet 20:00 heta 00:00‘an werin dubarekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rCIsqM5Yg-M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>