‘Di nava kêmî du mehan de 96 sivîl hatin revandin, 4 kesên bi temen hatin qetlkirin‘

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di Adar û Nîsanê de 96 sivîl revandine, 4 kesên bi temen qetil kirin."

 ‘Di nava kêmî du mehan de 96 sivîl hatin revandin, 4 kesên bi temen hatin qetlkirin‘
23 nîsan, 2020   13:49
ŞEHBA – MEDYA HENAN –XANDÎ ELO

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a EFrînê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Adarê heta niha 96 sivîln di nav de 4 jin li Efrînê revandin, 4 kesên bi temen qetil kirin, her wiha 6 hezar darên zeytûnan li gundê Dêr Belût ê Cindirês qut kirin. Dîsa  jî li girên Til Endelîb ê gundê Istêr ê navenda bajarê Efrînê, girê Cirnas ê gundê Senara yê navçeya Şiyê vekolandin da ku şûnwarên wê talan bikin. Ji ber vekoandinê gora Şêx Mustefa Idrîs a li gundê Qere Bab ê Racoyê û mizgefta navçeya Şiyê xirab bû, . Komên çete her wiha Goristana Şehîda Avesta Xabûr xirab kirin û veguherandina sûka pez.

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve dewleta Tirk Tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê  bi rêya çeteyên xwe demografya kantona diguhere.

Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê  Bekir Elo ji ANHA‘yê re axivî, anî ziman ku dewleta Tirk rojane binpêkirinan li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, li aliyekî din jî çeteyên xwe dişîne Lîbya û Yemenê û ji gelek welatên din re pirsgirêkan derdixîne.

Bekir Elo destnîşan kir ku Tirkiyê çeteyan bi kar tîne da ku ji berpirsyartiyan bireve û wiha domand: "Komên çete alavên Tirkiyê ne, Tirkiyê wan bi kar tînin da ku ji berpirsyartiyên binpêkirinên li Efrîne têne kirin bireve. Li Şehbayê jî rojane êriş ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve têne kirin da ku gundan ji şêniyên wê vala bikin."

Elo got, berdewama bêdengiya li hemberî binpêkirinan rê li ber çeteyan vedike da ku binpêkirinên xwe zêde bike.

Bekir Elo bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê bi sînor bikin.

ANHA