Artêşa Lîbyayê:Tirkiye  ji bo hêzên xwe yên asmanî derbas bike propogandeya bikaranîna gaza kîmyewî dike

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku Tirkiyw îdîayan belav dike ku artêşa Niştimanî li eniyên Selah El-Dîn gaza kîmawî bi kar bînin û bi destwerdana hêzên asmanî yên Tirkiyê re raya giştî înqa bike.

Artêşa Lîbyayê:Tirkiye  ji bo hêzên xwe yên asmanî derbas bike propogandeya bikaranîna gaza kîmyewî dike
23 nîsan, 2020   14:08

Di daxuyaniya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de hate diyarkirin ku Tirkiya dagirker bi rêya ajendeyên xwe yên ku bi hikumeta Sîrac tê naskirin van îdîayan belav dikin û dixwaze artêşa Niştimanî li eniyên Selah El-Dîn gazê bi kar bîne. Lê piştî armanca van îdîayan hate şopandin derket ku komên terorîstan dixwazin ku raya giştî îqna bikin da ku hêzên asmanî yên Tirkiyê destwerdanê bikin û gazên kujer ji bo hedefgirtina nuqteyên artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi kar bînin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di daxuyaniyê de bang li kesên têkiliya wan bi kirîza Lîbyayê heye û NY`ê kir ku piştgiriya Lîbyayê bikin, li gel vê yekê ew amade ne derbarê vê yekê lêpirsîneke navdewletî bidin destpêkirin.

Artêşa Lîbyayê da zanîn ku Tirkiyê li Sûriyê berî niha ji bo navê artêşa erebî ya Sûriyê xerab bike, her wiha da ku civaka navnetewyî bixapîne û  ser destwerdana Tirkiyê di dozên erebî de bigire derew û îdîa bi kar anî.

(eh)