Li Minbicê şaneyek girêdayî MÎT‘ê hate girtin

Li Minbicê şaneyek girêdayî îstîxbarata Tirkiyê ku çek ji şaneyên veşartî yên li herêmên Rêveberiya Xweser re dişandin, hate girtin.

Li Minbicê şaneyek girêdayî MÎT‘ê hate girtin
20 nîsan, 2020   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku ku şaneyek veşartî girêdayî MÎT‘ a Tirkiyê girt ku çek ji herêmên dagirkirî ji şaneyên terorîst ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Yekîneyên Antî-Teror ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê roja 19‘ê Nîsana 2020‘an li sînorê navbera bajarê Minbicê û herêmên bi bin serweriya dagirkeriya Tirk de şaneyek ku çek ji şaneyên girêdayî îstîxbarata Tirk (MÎT) û çeteyên Ehrar El-Şerqiya dişandin, girt.

Yekîneyên Antî-Teror piştî xebatên çavdêrî û şopandinê bi kemînekê endamên şaneyê ku 4 kes in girtin. Di lêpirsînê de diyar bû ew çek ji aliyê wan ve dihatin amadekirin da ku ji şaneyên girêdayî (MÎT) yên li Reqayê re bişînin. Ji çekên ku bi wan re hatin dîtin û hatin desteserkirin" 35Kalashnikov  - 7 NATO- 1M Sixteen number 1 ".

Roja 3‘yê Nîsanê Yekîneyên Antî- Teror yên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê terorîstek ku hewl da xwe li bajêr Minbicê biteqîne girt. Ev kiryar dikeve rêze êrişên terorên yên ku MÎT yên li diî herêmên ewele yên di bin parastina QSD‘ê de.

ANHA