YNK’ê alîkariya tenduristiyê radestî Nûnertiya Rêveberiya Xweser kir

Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)  alîkariya ku ji derman û pêwîstiyên tendirûstiyê pêk dihat radestê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir.

YNK’ê alîkariya tenduristiyê radestî Nûnertiya Rêveberiya Xweser kir
20 nîsan, 2020   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji endam û nûnerên YNK’ê îro serdana Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî kir. Piştî şande hate pêşwazîkirin, civînek di navbera herdû aliyan de çêbû û di civînê de li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û metirsiya belavbûna Koronavîrusê li Rojavayê Kurdistanê axivîn.

Piştî ku civîn bi dawî bû, têkildarê serdanê civînek çapemeniyê hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de Berpirsê Peywendiyên Derve ya YNK’ê  Soran Cemal Tahir axivî û diyar kir, serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê hertim alîkariya Rojavayê Kurdistanê kiriye û vê carê jî bi rêya Nûnertiya Rêveberiya Xweser wê alîkariya tendirûstî ji bo Rojavayê Kurdistanê were şandin. Soran Cemal da zanîn wê di dema pêşde jî alîkariyên hîn zêdetir bigihînin Rojavayê Kurdistanê.

Piştre Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser Nurşan Hisên, ji bo alîkariyê spasiya YNK’ê kir û got, “Rojavayê Kurdistan ji ber rewşên siyasî di qonaxek zehmet de derbas dibe, bi serde ev nexweşiya korona hatiye û derfetên rûbirûbûna virusê kêmin. Ji bona wê hemû alîkariyên ku bi Rojava re werin kirin em gelek bi nirx dibînin.”