Xelkê Binarê Qendîlê ji bo Zînî Wertê meşiyan- HATE NÛKIRIN

Xelkê Binarê Qendîl hebûna hêzên PDK‘ê li Zînî Wertê bi dirûşmeyên  ‘Bimre xiyanet’ şermezar kirin.

Xelkê Binarê Qendîlê ji bo Zînî Wertê meşiyan- HATE NÛKIRIN
20 nîsan, 2020   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Aloziya ku piştî PDK'ê hêzên xwe şandin Zînî Wertê destpê kiribû, dewam dike. Xelkê Binarê Qendîlê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Qendîlê, li dijî şandina hêza ji bo Zînî Wertê meşiyan.

Di meşê de alên PKK’ê, wêneyên Rêber Kurd Adullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’ , ‘Derkeve derkeve leşkerên Tirk’ hatin gotin.

Piştî girse gihişt gundê Zergelê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

‘PDK BÛYE DARDESTÊ DEWLETA TIRK’

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dijminên Kurdistanê timî sûd ji nakokî û dubareyên di nav Kurdan de wergirtine. Ji bo mebest û berjewendiyên xwe eşîret, binemal û hizb bi xwe ve girê dane. Nehiştine Kurd bi azadî û serbixwe bijîn, li welatê xwe derbeder û malwêran bûne. Ev bi destê komeke noker, xiyanetkar û xwefiroş ên xwe weke Kurd dibînin pêk hatiye. Ev kom bi destê dijminan digire, xak û welat pêşkeş dike. Di wextekî ku cîhan di nav nexweşiya vîrusa Koronayê de dinale, mixabin PDK bi hinceta tedbîrên li hember rêya qaçax û nexweşiya Koronayê hewl dide şerê birakujiyê bide destpêkirin û bûye dardestê Tirkiyeyê. Mînaka vê rastiyê jî êriş û ambargoya li ser Kampa Penaberan a Mexmûr, êrişa li ser Şengal, şehîd û birîndarkirina gelek welatiyên sivîl, şandina sîxuran û aşkerakirina bingehên gerîlayan e.”

‘EV PLANA DEWLETA TIRK E’

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Zînî Wertê yek ji cihên herî aram ê li herêmê bû û ev xisûs hat diyarkirin: “Bi çekên giran anîna hêzeke zêde ya pêşmergeyan ji bo Zînî Wertê ya piştî şerê navxweyî yek ji cihê herî aram bû, tê maneya şer û ev jî beşek ji plana dewleta Tirk a dagirker e. Ev tişta li Zînî Wertê rû dide, sala 2018 û 2019’an li Behdînan û Biradost rû da û ew der ketin destê dewleta Tirk. Di encam de bi sedan gund xera bûn, gelek welatî şehîd ketin, birîndar û derbeder bûn.”

‘EM DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKIN’

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hat kirin: “Em weke gelê Binarê Qendîl, li dijî şerê birakujî ne. Anîna hêzan ji bo Zînî Wertê ya devereke aram e, qet pêwîst nîne. Em daxwaz ji hemû hêz, aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û mafên mirovan, kesên azadîxwaz û gelê Kurdistanê dikin ku rê nedin pêşxistina şerê birakujî, nekevin nav plana qirêj a dewleta Tirk a dagirker a armanc dike Qendîlê dagir bike. Em bi ti awayî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê welatê xwe biparêzin.”