Li dergeha Sêmalka digel tedbîrên parastina ji vîrusê tevgera bazirganiyê dest pê kir

Piştî rawestandina xebatê çûn û hatine bi sedema zirarên li pirê bûne ji ber baranên dijwar, tevgera çûn û hatine ya bazirganiyê li dergeha Sêmalka ji nû ve dest pê kir.

Li dergeha Sêmalka digel tedbîrên parastina ji vîrusê tevgera bazirganiyê dest pê kir
20 nîsan, 2020   12:47
QAMIŞLO

Rêveberiya dergeha Sêmalka ragihand ku tevgera bazirganiyê bi Başûrê Kurdistanê re ji duh ve li gel tevahî tedbîrên parastinê ji Koronavîrusê dest pê kiriye. Li dergehê Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Desteya Tenduristî ya herêma Cizîrê heye û ajokar û xebatkar tê keşfkirin.

Girêdayî mijarê gerînendeyê Têkiliyan ê dergeha Sêmalka Baz Ehmed wiha got: "Di encama baranên dijwar de pire hilweşî û tevger bazirganiyê li dergehê rawestî."

Ehmed piştrast kir ku pirek hatiya sererastkirin û ji duh ve tevgera bazirganiyê dest pê kiriye da ku daneyên xwarinê ji herêmê re bên peydakirin. Li gel wê jî tedbîrên parastinê ji Koronavîrusê di çûn û hatinê de pêk tên.

Her wiha sererastkirian pira din berdewam e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g7IznYWkzR0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>