​​​​​​​Li Başûr zêdetirî 27 baregehên dewleta Tirk... Barzanî banga derketina PKK’ê kir!

Nêçîrvan Barzanî li herêma ku tê de zêdetirî 27 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hene, bang li PKK’ê kir ku ji herêmê derkeve, her wiha destnîşan kir ku pirsgirêka Zînî Wertê ne dijwar e û dikare çareser bibe.

​​​​​​​Li Başûr zêdetirî 27 baregehên dewleta Tirk... Barzanî banga derketina PKK’ê kir!
20 nîsan, 2020   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de li ser rewşa dawî ya li herêma Zînî Wertê ya girêdayî Rewanduzê ya parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Barzanî di daxuyaniyê de got tişta li herêma Zînî Wertê rû dide ne pirsgirêkeke mezin e û ne jî dijwar e, dikare çareser bibe. Her wiha îdia kir ku hêzên li herêmê bi cih bûne, girêdayî Wezareta Pêşmerge ne û li herêmê demkî ne.

Li aliyekî din jî çavkanî piştrast dikin ku hêzên li Wertê bi cih bûne yên girêdayî hêzên 70 û 80 yên PDK û YNK’ê ne û ne girêdayî wezaretê ne.

Barzanî behsa hebûna 27 baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker li xaka Başûrê nekir û îdia kir ku PKK ne hêzeke rewa li herêmê ye û divê ji herêmê derkeve.

fr