Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin

Heyve Sor a Kurd ji bo dermankirina nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) heke li herêmê derketin, li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û bi erêkirina Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexweşxaneyek li bajarê Hesekê vekir. Koordînatorê tenduristiyê destnîşan kir ku dê nexweşxaneyên bi vî rengî li gelek bajarên herêmê vekin.

Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
Nexweşxaneya Koronavîrusê li Hesekê hat vekirin
20 nîsan, 2020   12:31
HESEKÊ- COZA ÎBRAHÎM

Tîma lojîstîkê ya Heyva Sor a Kurd li bajarê Hesekê di demeke kin de xebatên avakirina nexweşxaneya vîrusa koronayê piştî ku avahî jê re hatibû veqetandin, bi dawî kir.

Nexweşxane niha ji bo pêşwazîkirina rewşên biguman û nexweşên Koronavîrusê amade ye, ji ber ku di dema derketina rewşên Koronavîrusê de, dibe ku navendên tendurstiyê yên heyî ne amade bin.

Li gorî rêveberiya Heyva Sor a Kurd, ev cihê dermankirinê yê taybet ji bo dermankirina nexweşên vîrusê û rewşên biguman ên vîrusê hatiye veqetandin. Her wiha ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê li navendên din ên tenduristiyê ku dibe nexweşên (Covid-19) pêşwazî nekin û ji bo komkirina hejmareke baş û perwerdekirî ji kadroyên tenduristiyê di navendeke tenduristiyê ya taybet de.

Niha bi dehan kadroyên tenduristiyê li ser dan û standina bi rewşên biguman ên Koronavîrusê re, parastina tîma tenduristiyê û pêşîlêgirtina vegirtina nexweşiyê, li nexweşxaneyê tên perwerdekirin.

Rêveberên nexweşxaneyê îşaret pê kir ku nexweşxane li gorî pîvanên tenduristiyê yên cîhanî hatiye çêkirin û di navbera her textekî de 3 metre hene. Tîma tenduristiyê li gorî pêwîstiya alavên xweparastina şexsî ji bo 3 nuqteyên kar ên di nexweşxaneyê (kesk, zer, sor) tên bicihkirin. Her wiha protokoleke taybet tê pêkanîn ku tîmeke şêwirmendiya tenduristiyê ku di nava wan de ‘Bijîşkên Sînornenas, rêxistina UUB, Heyva Sor a Kurd hene, amade kiriye, ji bo teşxîskirin û dermankirina nexweşan li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û bi erêkirina Desteya Tenduristiya ya Bakurê Sûriyê.

Li nexweşxaneyê 120 text tevî pêdiviyên nexweşên Koronavîrusê û tîmeke tenduristiyê ku piraniya wan xwebexş in anku karmendên berê yên Heyva Sor a Kurd in û ji aliyê bijîşkên pispor ve hatine perwerdekirin, hene.

Koordînatorê tenduristiyê yê Heyva Sor a Kurd Pedro San Jose, ji ANHA`yê re wiha got: "Nexweşxaneya Koronavîrusê ji bo pêşwazîkirina nexweşên Koronavîrusê heke li herêmê derketin, hatiye amadekirin. Bijîşk, hemşîre û rewşenbîrên tenduristiyê li ser çawaniya dan û standina bi nexweşên vîrusê re û li ser bi karanîna alavên heyî, tên perwerdekirin."

San Jose destnîşan kir ku berê agahiyên kadroyên tenduristiyê li ser nexweşiyê hene û wiha dewam kir: "Lê belê di vê heftê de, em ê agahiyên sereke yên li ser Koronavîrusê bidin da ku di dema dan û standina bi nexweşan re tu şaştî çênebin."

Her wiha diyar kir ku nexweşxane bêyî destekdayîna rêxistinên navneteweyî û li gorî derfetên heyî hatiye amadekirin û bi domdarî got: "Ta niha tu nexweşên vîrusê li herêmê nehatine tespîtkirin. Lê belê divê em di hemş aliyan de amade bin û navendên dermankirinê, karantîna û navendên lênêrîna xort ava bikin."

Pedro San Jose anî ziman ku dê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd navendên bi vê rengî li bajarên Minbic, Reqa, Qamişlo û Dêrikê ava bikin.

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ago9IOYIHXo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>