Balafireke Rûsyayê li ser asîmanê Sûriyê rastî balafireke DYA’yê hat

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got balafireke şer a Rûsyayê ji baregeha Himêmîm derket da ku armanceke hewayî ku ber bi hedefên Rûsyayê li Sûriyê ve diçû, diyar bike û paşê hat diyarkirin ku ew balafireke DYA’yê ye.

Balafireke Rûsyayê li ser asîmanê Sûriyê rastî balafireke DYA’yê hat
20 nîsan, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

19`ê Nîsanê ajansa Tas a Rûsyayê ragihand ku armanca hewayî bi rêya alavên Rûsyayê hat diyarkirin da ku aliyê hewayî li ser ava nêzî Deryaya Spî bixe bin serweriya xwe û ber bi saziyên leşkerî yên Rûsyayê yên li Sûriyê ve diçû.

Wezareta Rûsyayê piştrast kir ku balafir ji hêzên parastiya hewayî yên li baregeha Himêmîm derket da ku armancê diyar bike û got pîlotê balefira Rûsyayê piştî nêzî armancê bû, hejmara gerê û girêdanên wê diyar kirin.

bx