Yekitiya Rewşenbîran: Li Başûr li dijî Kurdan komployeke nû heye

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê partiyên kurdî hişyar kirin û destnîşan kir ku astengiyan li pêşiya yekitiya Kurdan derdixin û dewleta Tirk hewl dide li Başûrê Kurdistanê şerekî derxe.

Yekitiya Rewşenbîran: Li Başûr li dijî Kurdan komployeke nû heye
20 nîsan, 2020   12:19
KOBANÊ

Balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker herêma Zînî Wertê topbaran kir, di navbera YNK û PDK’ê de alozî derket û PDK`ê jî da ku herêmê serwer bike, cebilxane şand herêmê. Dewleta Tirk destekê dide PDK`ê da ku herêmê serwer bike, ev yek jî xetereyê li ser herêmên Başûrê Kurdistanê çêdike.

Yekitiya Rewşenbîran di vê derbarê de daxuyaniyek da û wiha ye:

"Di demeke wiha de ku Koronavîrus li seranserê cîhanê belav bûye û ji beriya sedsalekê ve vîruseke wiha xeternak derneketiye, lê rewşa me Kurdan cuda ye, her cara ku em hewldana avakirina yekitiya Kurdan dikin, hin partiyên siyasî derbê li vê proseyê dixwin. Lê di rastiya xwe de ev proje rakirina nakokiyan dike armanc, lê îro li dijî gelên Kurd pêk ve komployek heye, her wiha alozî berdewam e û dê li ser destê birayên xwe yên Kurd derbeyan bixwin.

Îro Başûrê Kurdistanê rastî komployeke nû tê, kampa Mexmûrê dorpêçkirî ye, derdora Qendîlê bi roj û şev tê topbarankirin, pêşmerge ber bi wan herêman ve diçin û ji aliyê PDK`ê ve şerekî nû rû dide.

Dewleta Tirk a faşîst careke din tevliheviyan dike û deverên nêz topbaran dike, lewma hin gerîla gihaştin asta şehadetê, lewma heke ev hêz ji derdora Qendîlê venekişin ew ê şer rû bide.

Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas re derbas dibe, lewma divê nivîskar û rewşenbîr bertekan nîşan bidin û banga çareseriyê bikin, ji bo yekitiya Kurdan bi erka xwe rabin. Ev jî bi rêya diyalogan û rê li pêşiya komployên dixwazin nakokiyan di navbera gelê Kurd de derxin, bigirin.

Îro rol û mîsyon dikeve ser milê nivîskar, hunermend û rewşenbîran, lewma divê dengê xwe bilind bikin û li dijî komployên li dijî gelê Kurd bisekinin.”

eh

ANHA