Ji bilî Çînê li tevahî cîhanê hejmara miriyan zêde dibe

Hikumeta Çînê ragihand ku ev roja sêyemîn e ku tu kes bi Koronavîrusê nemiriye lê hê jî hejmara nexweşan li tevahî cîhanê bilind dibe.

Ji bilî Çînê li tevahî cîhanê hejmara miriyan zêde dibe
20 nîsan, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên fermî hejmara kesên ku bi Koronavîrusê (Covid-19) li tevahî cîhanê ketine, gihaşt 2 milyon û 407 hezar kesî, ji wan nêzî 166 hezar kes mirine, 625 hezar kes jî jê baş bûne.

Çînê ragihand ku ev roja sêyemîn e ku tu kes li welêt bi vîrusê nemiriye. Her wiha hejmara miriyan li dewletên din îro di saetên sibê de diyar bû.

Der barê başbûna ji Koronavîrusê de ku di dawiya 2019`an de belav bû, Çînê diyar kir ku di roja sêyemîn de tu kes bi Koronavîrusê nemiriye. Her wiha destnîşan kir ku li tevahiya Çînê 12 kesên nû ku bi Koronavîrusê ketine, hatin qeydkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên ji ber Koronavîrusê mirine, bû 12 piştî ku 2 kesên nû bi vîrusê mirin. Her wiha 26 kesên nû bi Koronavîrusê mirin û hejmara giştî ya nexweşan bû 92.

Rêxistina Bijîşkên Bêsînor tekez kir ku xebatkarekî alîkariyê li Nîjeryayê ji ber Koronavîrusê miriye.

Almanya ji aliyê hejmara nexweşan ve di asta 5`emîn a cîhanê de ye. Hikûmetê ragihand ku 110 kesên din bi Koronavîrus mirine. Bi vê yekê hejmara giştî ya miriyan bû 4 hezar û 404 kes, hezar û 775 kesên nû bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 145 hezar û 672 kes.

Di dema ku serokê DYA’yê Donald Trump got wî destek da serokên wîlayetan ku ji nû ve û bi awayekî birêxistinkirî aboriyê geş bikin, Zanîngeha Johns Hopkins hezar û 997 kesên din li DYA`yê di nava 24 saetên dawîn de ku bi Koronavîrusê ketine, qeyd kir. Hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê 759 hezar û 696 kes in. DYA`yê di aliyê hejmara nexweşên vîrusê di asta yekemîn di cîhanê de ye.

Li Hindistanê jî hejmara nexweşên Koronavîrusê bi awayekî berbiçav bilind dibe û piştî ku hezar û 553 kesên din bi vîrusê ketin hejmara giştî ya nexweşan bû 17 hezar û 265 kes. Her wiha piştî ku 36 kesên nû bi vîrusê mirin, hejmara miriyan bû 543 kes.

Hikûmeta Hindistanê ragihand ku îro dest bi sivkirina qeydên li ser hindek çalakiyên aborî li herêmên ku Koronavîurs lê belav bûye, kir.

Li Koreya Başûr gel vegeriya karê xwe û li bax û navendên bazirganiyê qerabalix çêbûye.

Di dema ku Tirkiye di aliyê hejmara nexweşên Koronavîrusê di rêza 9`emîn di cîhanê de ye û piştî hejmareke nû ji nexweşan qeyd kir, gihaşt asta 7`emîn û Çînê ku vîrus ji gel wê derket, li pey xwe hişt. Li gorî serjimariyên fermî ku hejmara nexweşên Koronavîrusê li Tirkiyê bûye 86 hezar û 306 kes, ji wan 2 hezar û 17 kes mirine.

Li Îsraîlê 129 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî ya nexweşan bû 13 hezar û 491 kes. Her wiha Îsraîlê ragihand ku wan alaveke nû keşf kir ku Koronavîrus di xuleyekê de, diyar dike û kesekî din bi vîrusê mir. Hejmara giştî ya nexweşan bû 172 kes ji wan 3 hezar û 564 kes ji vîrusê baş bûne.

bx