Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatan amade ye

Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê ragihand ku amade ye parastina berhemên çandiniyê yên şêniyan bike û tîmên awarte, alav û erebeyên agirkujiyê amade ne.

Tîma Destwerdana Lezgîn a Reqayê ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatan amade ye
20 nîsan, 2020   10:32
REQA

Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê li pêş avahiya agirkujiyê ya li naverasta bajêr ragihand ku tîmên awarte yên vemirandina şewatên mewsima çandiniyê amade kirine.

Endamê rêveber ê Tîma Destwerdana Lezgîn Yasir El-Xemîs daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Tîma Destwerdana Lezgîn di sala borî de serweriya li şewatên berhemên çandiniyê yên li gundewarên bajarê Reqayê yên bi hejmara 176’an ku li 4 hezar hêktar belav bûn, kir. Her wiha nuqteyên Tîma Destwerdana Lezgîn ku li gundewarên bajêr li ser xebitîne 64 in û wiha ne;

Gundewarên rojhilat; Hûs, Xesaniye, El-Kerame, Mezret Bedir, Ebû Dehil, Hemra Belasim, gundê Leksûn, Hemra Nasir, El-Cerke, Cidîde Xabûr, Hemra Xenam, kargeha Qermîd.

Gundewarên başûr; Kesra Ferec, Kesra Mihemed Elî, Kesra Şêx El-Cûma, bajarokê Retla, Hiwêce El-Sewafî, Ebasiyê.

Gundewarên bakur; Til Semin, El-Eiwec, Kalta, gundê El-Mehre, Furqeya 17, gundê El-Belûtiyê yê bakurê Eyn Îsa, Qenterî, Hilo Ebid, El-Ecac, Ebû Hirwa, Bîr Seîd, Miêzîlê, Dehlan, Hikumiyê, Şinînê, Mizreya Tiştrîn, Pira Romaniyê, Mezreya Rewda, El-Dirûbiyê, Ebû Sûsê, Merodê, Henadî.

Gundewarên rojava; Mezreya Yemame, gundê Xatûniyê, Seqûre, Mehmûdlî- Terka- Hedac, Cezra, Ebû Qebîi, Xerbet Hedlê, Helîbên, Ednaniyê, Siwêdiyê.

Wekî Tîma Destwerdana Lezgîn a girêdayî Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, em ji hemû rewşên şewata berhemên çandiniyê û parastina werza çinînê re, amade ne.

Li ser vê yekê navendên agirkujiyê li gundewarên rojhilat, rojava, bakur û başûrê bajêr hatin vekirin û bi planekê hatin bicihkirin da ku karibin kontrola şewata berhemên çandiniyê û bi taybetî di werza çinînê de, amade bin. Her wiha 11 erebeyên agirkujiuyê, 2 tireks û 8 dîraktorên din hatin amadekirin û dê bi piştgiriya Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û bi perspektîfên rêveberiya Meclisa Sivîl a Reqayê, li cihên navborî bên belavkirin.

Bi giştî 25 erebeyên mezin û 8 erebeyên navîn li bajêr hatine amadekirin."

cx

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gY74c1JktrM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>