ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-04-2020
20 nîsan, 2020   04:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê rave kirin ku li gel belavbûna Koronayê li girtîgehên Tirkiyê, ew li ser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi fikar in. Şêniyan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku destûr bide parêzer û malbat serdana Rêber Ocalan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xizmên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku bi lez destwerdanê bikin û girtiyan serbest berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Ji bo parastina gelê Kurd "Pêşmerge hatin" ev diruşmeyên bi vî awayî li ser dîwarên bajarê Dêrikê hatin xêzkirin. Lê rastiya wan roj bi roj eşkere dibe. Piştî êrişên li ser Xanesorê, ev koma behsa mijarê êdî ber bi Qendîlê ve diçe da ku bi rêya hin partiyên li Başurê Kurdistanê  planên Tirkiyê pêk bînin. (BI WÊNE).

- Hevseroka Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hico topbarana Tirkiyê li dijî Wargeha Mexmur şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku tev li planên Tirkiyê yên ku jê armanc dike hebûna kurd qir bike, nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Salih Muslim: Ji bo dijminê gelê Kurd, rêbazên herî zêde ya Kurdan têk bibin ew e ku gelê Kurd ber bi şerekî navxweyî ve bidehfîne. Anku şerê birakujî. Ya ku niha li Zînî Wertê rû dide beşek ji van planan e. Ev ne cara yekemîn an duyamîn an jî sêyemîn e ku dijminê gelê Kurd hewl dide Kurdan li dijî hev rake, ev plan ji beriya 170 salan ve  tê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ruxmî belavbûna Koronavîrusê û encamên wê li ser jiyana mirovan, ferzkirina qedexeya derketina derve li piraniya cîhanê, lê gelê Misirê dev ji kevneşopiyên xwe yên dîrokî bernade. Dê meha Remezanê bi druşma ‘Tu bi xêr hatî Remezan’ pêşwazî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Selman Barudo got: “Ji bo diyarkirina bihayê kirîna genim di mewsima îsal de rêze civîn bi aliyên têlidar re lidar ketin. Desteyê wê bihaya ceh di rojên bê de diyar bike. Desteyê hemû tedbîr girtine, depo jî ji bo wergirtina hilberînan amade ne.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA