Xizmên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de banga serbestberdana girtiyan kirin

Xizmên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku bi lez destwerdanê bikin û girtiyan serbest berdin.

Xizmên girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de banga serbestberdana girtiyan kirin
20 nîsan, 2020   04:35
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Vîrusa nû Koronayê an ku Covid-19 a ku destpêkê li Çînê hate dîtin bi lez li tevahî cîhanê berbelav bû û veguherî pandemiya global. Li Tirkiyê hejmara mirî û kesên ku bi vîrusê dikevin roj bi roj zêde dibe. Girtîgeh ji deverên taybet e ku li pêşberî xeteriya belavbûna vîrusê rû bi rû maye. Nemaze ku gelek girtî nexweşiyên kronik bi wan re hene û îhtîmala vegirtina wan bi vîrusê zêdetir e. Li gel vê yekê hikûmeta Tirk tedbîrên pêwîst negirtine. Hate gotin  ku girtiyek nexweş ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Malbatên girtiyên efrînî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bang li rêxistinên hiqûqî kirin ku destwerdanê bikin, ji bo çareserkirina rewşa girtiyan û serbestberdana wan bixebitin.

Hisên Miho yê ji gundê Belîlko yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê birayê wî Tewfîq Miho sala 1991‘an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin. Birayê Miho veguherstin girtîgeha Amedê, piştre birin girtîgeha Yuzkotê û niha di girtîgeha Dag a Stenbolê de ye. Hisên ji ANHA‘yê re axivî û got: "Koronavîrusê li tevahî cîhanê belav bûye, em bang li rêxistinên hiqûqî dikin ku mudaxele bikin, rewşa girtiyên li gel Tirkiyê çareser bike."

Dayika Sedîqa Reşo ya ji gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê jî got: "Kurê min Selîm Mehmûd sala 1994‘an hate girtin, di girtîgeha Diyarbekir de ye, car caran bi telefonê em diaxivîn. Lê ev 4 mehin bersivê nade. Gelek hikûmetan ji ber Koronavîrusê girtî serbest berdan, çima Tirkiye girtiyan bernade. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo xilaskirina girtiyan kar bikin."

Birayê girtiyê bi navê Ehmed Mamo, Zeredeşt Mamo yê ku sala 2011‘an de hatiye girtin û di girtîgeha Edaneyê de ji ber xeteriya Koronayê banga serbestberdana girtiyan kir û got: “Korona niha herî zêde li Tirkiyê belav dibe.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/piD4ZJg_ajE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>