Rastî eşkere dibin.."Pêşmergeyên Roj" li Zînî Wertê çi dikin?

Ji bo parastina gelê Kurd "Pêşmerge hatin" ev diruşmeyên bi vî awayî li ser dîwarên bajarê Dêrikê hatin xêzkirin. Lê rastiya wan roj bi roj eşkere dibe. Piştî êrişên li ser Xanesorê, ev koma behsa mijarê êdî ber bi Qendîlê ve diçe da ku bi rêya hin partiyên li Başurê Kurdistanê  planên Tirkiyê pêk bînin.

Rastî eşkere dibin.."Pêşmergeyên Roj" li Zînî Wertê çi dikin?
20 nîsan, 2020   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN – AZAD SEFO

ءJi destpêka şoreşa Sûriyê ve gelek axaftin li ser "Pêşmergeyên Roj" dihatin kirin. Her wiha hin serokên partiyên siyasî yên li Rojava li ser ekranan derdiketin û îdia dikirin ku ev hêz ji bo parastina gelê Kurd ê Rojava hatiye avakirin. Lê kesên ku ev axaftin dikirin dawî di kampên penamberan ên Ewropayê de derketin. Ev kom tevî ku gelekî nêzî Şengalê bû, Kurdên Êzidî ji êrişên qirkirinê yên DAIŞ‘ê neparastin.

Niha jî bi derketina aloziya li herêma Zînî Wertê ya li Başûrê Kurdistanê re, careke din navê vê koma çekdar kete rojevê. Herî dawî di sala 2017‘an de dema êrişên Kurdên li ser navçeya Xanesorê ya Şengalê kiribû, derketibû pêş. Gelo ev koma çekdar kî ne, girêdayî kê ye, armancên wê çi ne û çi bi serê gelê Kurd anî ne?

DAMEZIRANDINA "PÊŞMERGEYÊN ROJ"

Koma çekdar a ku navê qaşo Pêşmergeyên Roj li xwe dike, li ser daxwaza serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesût Barzanî ku wê demê serokê herêma Başûrê Kurdistanê bû, hate avakirin.

Ev kom ji xelkên Rojava yên ku bi destpêka şoreşa Sûriyê re penaberî Başurê Kurdistanê  bûn, pêk tê. PDK‘ê ji bo pêkanîna plan û armancên xwe yên li Rojava penaber bi çek kirin.

Endamên komê perwerdeyên leşkerî ji aliyê pisporên MİT (Milli Istıhbarat Teşkilatı) ve li baregehên xwe yên li herêma Başûrê Kurdistanê ve dîtin û navê "Pêşmergeyên Roj an jî Leşkerên Roj" li wan kirin. Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşek ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ye ku navenda wê li Stenbolê ye piştgirî da vê komê. Wezareta Pêşmerge ya li herêma Başûrê Kurdistanê îdia dike ku ev kom ne girêdayî wê ye. Lê di rastiyê de girêdayê hêzên Zêrevan ên girêdayî Wezareta  Pêşmergeyan in.

Koma çekdar ji 3 tûgayan pêk tê. Hejmara wan tam nayê zanîn, lê li gorî hin ragihandinan derdora 3 hezar kes in. Tê gotin piraniya endamên “Pêşmergeyên Roj"  welatiyên Rojava ne, yên ku ji hêzên hikûmeta Sûriyê vekişiyane û penaberî Başûrê Kurdistanê bûne.

Koma çekdar a behsa mijarê li herêmên sînorê bi Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, herî zêde li herêma Eyn Iweyiz bi cih bûne.

SEROKWEZÎRÊ TIRKIYÊ SERDANA WAN DIKE

Di 22‘yê Mijdara 2014‘an de serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Ehmed Davutoglu li baregeheke wan a perwerdeyê ya li  başûrê Kurdistanê  serdana “Pêşmergeyên Roj” kir. Wê demê Davutoglu ji aliyê efserên MİT’ê û yên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Davutoglu derçûna beşa yekem a vê koma çekdar li baregeha Diyana ya li Başûrê Kurdistanê bi rêve bir. Malpera " HABERLER.COM" û Ajansa DHA‘yê weşandibû. Ev yek dide diyarkirin û îsbat dike ku ev kom girêdayî kijan aliyan in.

ANHA‘yê demek berê hevdîtineke bi fermandarekî berê yê "Pêşmergeyên Roj" ê bi navê Riyad Selahedîn re ku ji komê vekişiyabû çêkirbû. Riyad Selahedîn piştrast kir ku "Pêşmergeyên Roj" desteka xwe ji Tirkiyê digirin û gotibû: "Gelek alî serdana Pêşmergeyan dikin, Tirkiye eşkere serdana wan dike û hin alî li ser perwerdeya wan disekinîn."

Selahedîn her wiha di hevdîtinê de diyar kiribû ku "Destekdayîna ji Pêşmergeyên Roj re xurt e, ne li gorî derfeta hikûmeta Başûr e. Hin aliyên ku destek didan me ne diyar bûn, li gorî ez û hevalên xwe têgihiştin ku ev destek ji Tirkiyê dihat."

ROJAVA NE PARASTIN

Mijara vegera "Pêşmergeyên Roj" ji bo Rojava gelek caran hatibû rojevê. Bi taybet lihevkirina di navbera ENKS û TEV-DEM‘ê ya dema destpêka aloziya Sûriyê (Peymana Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Dihok).

Tevî lêvegera siyasyî ya partiyên Kurdî yên Rojava hate avakirin û Komîteyeke ewlehî ku hemû hêzên leşkerî yên Rojava bi rêve bibe, lê ev koma çekdar a bin navê "Pêşmergeyên Roj" tevnegeriya. Rexmî ku li hemberî Rojava êriş ji aliyê komên çete yên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û “Artêşa Azad” v pêk dihat "Pêşmergeyên Roj" herêm neparastin.

DİRUŞMA "PÊŞMERGE HATİN" HÎNA Lİ SER DÎWARÊN BAJARÊ DÊRİKÊ XÊZKİRÎ YE

Ev komaya li gorî berjewendiyên partiyên siyasî yên Herêma Başûrê Kurdistanê bi rêveberiya îstîxbarata Tirk re dixebin da ku Kurdan têk bibin û planên xwe yên qirêj pêk bînin.

ÊRIŞÊN LI SER XANESORÊ

Koma çekdar heta demekê ji qadê dûr ket û di saziyên ragihandinê de nema hat behiskirin. Lê li ser daxwaza PDK û MIT ê êrişên li ser navçeya Xanesor a Şengalê de dîsa derket.

Koma çekdar di 3‘yê Adara 2017‘an de êrişê xelkên navçeya Xanesorê kirin da ku fitneyê di navbera Kurdan de biafirînin û vê fîtneyê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bikşînin. Piştî ku hemû hewldanên Tirkiyê yên li dijî Kurdan têk çûn.

Di wê êrişê de şervanên PKK şehîd ketin. Her wiha "Pêşmergeyên Roj" rojnamevanên ku şer dişopand kirin hedef. Di encamê de rojnamevana "JIN NEWS" Nûjiyan Erhan ji  serê xwe  birîndar bû û di 23‘ê Adarê de li nexweşxaneyên bajarê Hesekê şehîd bû.

Ya balkêş, ev êriş piştî çend rojan ji serdana serokê PDK û serokê Herêma Başûrê Kurdisatan Mesût Barzanî ji bo Tirkiyê pêk hat. Barzanî di 26‘ê Sibatê de bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya bû û li ser çawaniya şerê li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser a Şengalê nîqaş kirin.

Li hemberî êrişên çekdarên PDK’ê yên li ser Şengalê hewlestên nerazîbûnê derketin û navê çeteyan li wan çekdaran hate kirin. Ji ber ku xwişk û birayên xwe yên Kurd kirine hedef. Armanc ji êrişê ew bû ku PDK serweriya xwe li ser Şengalê ferz bike, ku leşkerên wê di dema êrişên çeteyên DAIŞ‘ê de xelkên wê di nava pençên çeteyan de hiştin û reviyan.

KOM FERMANÊN TIRKIYÊ PÊK TÎNIN, ARTÊŞA LÎBYAYÊ VÊ PIŞTRAST DIKE

Dewleta Tirk bi hezaran çeteyên Sûrî biçek kirin û li gel xwe perwerde kirin, piştre ew şandin Lîbyayê da ku li rex hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer bikin û planên Tirkiyê pêk bînin. Artêşa Lîbyayê bi kongoreyeke çapemeniyê nasnameya çeteyek ku ket destê hêzê wan eşkere kir, derket ku ew kes ji "Pêşmergeyên Roj" e.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê general Ehmed El-Mismarî hefteya borî di civînek çapemeniyê de destnîşan kir ku çeteyekê Sûrî bi eslê xwe Kurd e li gel çeteyên Tirkiyê şer dike, navî wê "Şakir Ferman Salih Bonciq" e û ji navçeya Tirbespiyê ye. Li ber destê "Pêşmergeyên Roj" li Herêma Başûrê Kurdistanê perwerde dîtiye.

Berpirsên komê ev agahî red kirin. Hin dezgehên ragihandinê hewl dan xwe bighînin malbata çete. Malbatê jî diyar kir ew bi kurê xwe re di nava nakokiyan de ne û ji destpêka aloziya Sûriyê ve çûye Başûrê Kurdistanê. Piştre di sala 2015‘an de berî da Tirkiyê. Malbatê diyar kir ku agahiyên wê nîne ku kurê wan di nava "Pêşmergeyên Roj "de ye. Lê eşkere kir ku 3 ferdên wan di nava "Pêşmergeyên Roj " de ne.

LI QENDÎLÊ ÇI DIKIN?

Di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê aloziyeke mezin rû da. Hêzên artêşa Tirk a dagirker di 15‘ê Nîsanê de bi balafiran Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Di encamê de 3 jin şehîd bûn. Her wiha Pêşmergeyên PDK‘ê hêzek mezin li herêma Zînî Wertê ya bi ser Qendîlê bi cih kir.

Ajansa Rojnewsê ya ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, ragihand ku PDK‘ê  hêzek mezin li herêma Zînî Wertê bi cih kiriye û destnîşan kir ku ev hêz ji endamên "Pêşmergeyên Roj" pêk tê. Ji ber aloziyê hêzên PDK‘ê ji bilî herêma Zînî Wertê li du cihên din xwe bi cih kirine.

Hemwextê êrişên hawayî yên Tirkiyê li ser herêma Zînî Wertê " ku di encamê de 3 gerîla şehîd bibûn, "Pêşmergeyên Roj" ber bi herêmê ve çûn.

Desteya Konseya Rêveber a KCK‘ê li ser vê yekê daxuyanî da û got: "Yekîneyek ji 3 gerîlayan pêk dihat, ber bi nuqteya pêşmergeyan ve çû û agahî da wan ku mayîna wan a li vê herêmê şaş e û ji wan xwest ku vegerin. Rojek piştî derketina yekîneyê ji avahiya pêşmergeyan cihê yekîneyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate hedefkirin. Di encamê de 3 gerîla şehîd bûn. Ev êriş li gorî agahiyên îstîxbaratî yên Tirkiyê hate kirin. Nuqteya ku hate hedefkirin tu sivîl lê nebûn, ev yek diyar dike ku avahiya pêşmergeyan cihê yekeyên gerîla nîşanî daye."

KCK‘ê her wiha anî ziman ku eger armanca dagirkirina Tirkiyê ya Qendîlê nebûya, hêzên PDK‘ê li Zînî Wertê bi cih nedibûn. KCK got, vekişandina pêşmergeyan ji vê hermê dê xizmeta gelê Kurd bike û mayîna wê dê sûdê li dewleta Tirk bike.

Tirkiye hewl dide êrişî çiyayê Qendîlê bike, hewl dide hêzên PDK an "Pêşmerteyên Roj" di vê plana xwe de bi kar bîne. Da ku Kurdan li hemberî hev rake û destkeftiyên li Rojava û Başûr têk bibe.

Pirsa ku dimîne ev e; Dê PDK an "Pêşmergeyên Roj" di pêkanîna planên Tirkiyê de dewam bikin, an dê berjewendiyên Kurdî yên giştî di ser berjewendiyên partiyekî yên teng de bigire?

ANHA