Artêşa Lîbyayê bazirganekî mirovan girt

Artêşa Lîbyayê li eniya El-Tiwêşa ya başûrê Terablusê qaçaxçiyekî mirovan  girt. 

Artêşa Lîbyayê bazirganekî mirovan girt
19 nîsan, 2020   09:27
TERABLUS

Qaçaxçiyê ji aliyê hêzên çekdar ên Lîbyayê ve hatiye girtin, bi navê Salih El-Dibaşî ye û ew birayê qaçaxçiyê bi navê Ehmed El-Dibaşî ye ku bi navê "El-Emo" tê naskirin û cezayên navneteweyî li ser wî hene.

Artêşa Lîbyayê destnîşan kir ku sûcdarê bi navê Salih El-Dibaşî berpirsê navenda Îwa (Hewandin) ya li Sebrata bû û tê de sûcên herî giran li dijî koçberan hatine kirin (Firotina kaxezan, koletî û qaçaxçî di navbera salên 2012 û 2017`an de).

 

DI PANZÊREKE DEWLETA TIRK DE HATE GIRTIN

 

Artêşa Lîbyayê ragihand ku Salih El-Dibaşî di panzêreke dewleta Tirk a ji cureya Kîrpî de hat girtin, ew jî nîşaneya girêdana dewleta Tirk bi vî karî re heye, ev yek jî xetereyê ne tenê li ser berjewendiyên gelê Lîbyayê çêdike, lê belê li dewletên herêmê û Deryaya Spî jî çêdike.

Hêzên çekdar diyar kir ku ew kes û hejmareke çeteyên ji Sûriyê û kesên ku piştevaniya xwe ji  Tirkiyê digirin, di nav de kurê apê wî Ehmed ê girêdayî milîsên ku qaçaxçiya sotemeniyê dikin, hatine girtin.

(bx)