​​​​​​​Cewad Zerîf dê sibê serdana Beşar El-Esed bike

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dê sibê serdana paytexta Sûriyê Şamê bike.

​​​​​​​Cewad Zerîf dê sibê serdana Beşar El-Esed bike
19 nîsan, 2020   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wezîrê karên derve yê Îranê dê sibê serdana serokê Sûriyê Beşar El-Esed û wezîrê karên derve Welîd El-Muellîm bike.

Wezaretê diyar kir ku Mihemed Cewad Zerîf dê têkiliyên dualî, geşedanên herêmî, geşedanên siyasî û meydanî yên têkoşîna li dijî terorîzma li Sûriyê nîqaş bike.

(eh)