Li Şêxmeqsûdê sûka sebzeyan vebû

Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûka sebzeyan vekir û bi vê yekê pêşî li keysbaziya bazirganan tê girtin. Li sûkê sebze bi buhayekî kêm tên firotin.

Li Şêxmeqsûdê sûka sebzeyan vebû
Li Şêxmeqsûdê sûka sebzeyan vebû
Li Şêxmeqsûdê sûka sebzeyan vebû
Li Şêxmeqsûdê sûka sebzeyan vebû
19 nîsan, 2020   10:49
HELEB-MIHEMED ABDO

Li ser esasê pêşîlêgirtina keysbaziya bazirgan û kontrolkirina nirxên kel û pelan, Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûka sebzeyan vekir û tê de hewcedariyên şêniyan dabîn kirin, li gel vê yekê sebze bi nirxekî kêm tê firotin.

Karkerên li sûkê diyar kir ku sebze ji deverekê tê dabînkirin anku ji cotkaran bi xwe ye û bi vê yekê buhayê sebzeyan kêmtirî bazarên din tê firotin.

Çavdêrê sûkê û endamê Meclisa Aborî Silêman Arif anî ziman ku armanca wan ji vekirina vê sûkê, nexasim li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kontrolkirina buhayê sebzeyan e, ji ber ku bazirgan di dema qedexeya derketina derve de şêniyan keysbaz dikin.

Her wiha firoşkarekî got dema nû sûk hate vekirin, hin kel û pel kêm bûn lê piştî hevkariya bi çavdêrên Meclisa Aborî re, roj bi roj rewş baştir dibe.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1nOT0ozwgGk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>