Mijarên rojnameyên erebî – 4 Nîsan

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlibê, aloziyê Iraqê û rewşa siyasî ya li Tirkiyê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 4 Nîsan
4 nîsan, 2020   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: IDLIB… DIBE KU BIBE QADA ŞER

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de behsa gelek mijaran kir. Ji wan rewşa Idlibê. Di vê derbarê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Aliyên ku şer dikin li gundewarên başûrê Idlibê operasyonên leşkerî dikin. Di heman demê de rêxistinên navdewletî hişyariyan ji ber xetereya şer di dema belavbûna Koronavîrusê de didin. Ev yek jî  dibe ku karesatan li welêt çêke."

Di rojnameyê de hate diyarkirin ku hindek alî israr dikin ku alîkariyên leşkerî xurt bikin. Di nava du rojên derbasbûyî de li herêmên Idlib û gundewarên wê sewqiyatên leşkerî zêde bûn. Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê desteka leşkerî zêde kir, her beşeke mezin ji hêzên Tirkiyê û fesîleyên çekdar ên Sûriyê li gundewarên Idlibê hatin bicihkirin. Tê  payîn ku li Cebel El-Zawiye şer derkeve da ku girîngtirîn herêmên gundewarên başûrê Idlibê di aliyê leşkerî de bixin bin serweriya xwe.

Pisporê leşkerî Hesen Recûb ji rojnameya El-Beyan re wiha axivî: "Îran di asta yekemîn de dixwaze lihevkirina Rûsî-Tirkî li bakurê rojavayê Sûriyê têk bibe. Ji ber ku rola her du aliyan tune bû û tu destkeftiyên wan jî tê de tune bûn. Sewqiyatên leşkerî yên Îranê tevî lihevkirina Rûsî-Tirkî jî di çarçoveya derxistina rastiyeke leşkerî ya nû li bakur de pêk hat yan jî di gefxwarina xebatên leşkerî de bêyî ku tu êrişan pêk bîne ji bo destkeftiyan bi dest bixe."

ŞERQ EL-EWSAT: EL-ZURFÎ TÊK DIÇE Û EL-KAZIMÎ DERDIKEVE PÊŞ

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: "Serokwezîrê Iraqê yê erkdar Ednan El-Zurfî rastî astengiyeke destûrî hatiye ku ew jî rê dide gerînendeyê îstixbaratê Mistefa El-Kazimî da ku bibe namzetê alternetîf ê avakirina hikumetê, ev jî heke Ednan El-Zurfî bi bin ket, ji ber ku ji aliyê şîeyan ve tê redkirin nexasim Koma Fetih a ku Hadî El-Amirî serkêşiya wê dike.

Geşedanên nû yên ku helwesta redkiriyên El-Zurfî geş dikin, ew e ku serokkomar Berhem Salih li gorî madeya taybet, dozgerê karbes Mihemed Receb El-Kebîsî wek endamê dadgeha yekitiyê erkdar kir û Koalîsyona El-Fetih jî beriya rojekê ji erkdariya El-Zurfî ji dadgeha yekitiyê pirs kiriye ku ji mafên serokkomar e endaman erkdar bike yan na? Ev nîşana ku El-Fetih berteka serokkomar red dike.

Duh Meclisa Bilind piştrast kir ku serokkomar madeya erkdariya dozger El-Kebîsî vekişand, ev jî dihêle hîn zêdetir xelkê El-Zurfî red dike bi israr bin, ji ber vê yekê careke din navê El-Kazimî ji  bo namzetiya serokwezîr derdikeve pêş û bi vê yekê dê ji nû ve bibe namzetê peywirekê.”

EL-EREB: TIRKIYE PIŞTÎ SERDEMA ERDOGAN LI SER MAYINAN DIMEŞE

Têkildarî rewşa dewleta Tirk rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Ji beriya 17 salan ve serokkomar Receb Tayyîp Erdogan li ser hikum e, lê bi belavbûna Koronavîrusê re, krîza aboriyê û di sala derbasbûyî  ya hilbijartinên herêmî de bi bin ket, çavdêr texmîn dikin ku ev guncawtirîn dem e ji analîzkirina rewşa siyasî ya piştî serdema Erdogan re.

Lêkolînerê sendîkaya MaNicholas Danforth Marshall a almanî got lêkolîna wî ya nû ya ku dê bide Enstîtuya Washingtonê der barê "Asoya Demokrasiya Tirkiyê ji sala 2023`yan û piştî wê" de.

Danforth ji malperê re rewşa Tirkiyê anî ziman ku ew çawa berdewamkirina Tirkiyê xeyal dike, gelo dê çawa Tirkiye desthilata ava kiriye, radest bike? Muhtemel e kesayeta piştî wî hikum teslîm bike, diyar kiribe.

Çavdêrên herî bimoral rewşa Tirkiyê piştî hikumê Erdogan texmîn dikin ku ew ê ber bi demokrasiya lîberal ve here û Danforth anî ziman heke rewş wiha berdewam bike dê ev xeyal zor be.”

(bx-eh)