​​​​​​​MSD’ê avakirina Komîteya Şopandinê ya dosyayên Girtî û Revandiyan radigihîne

MSD’ê dê civîneke çapemeniyê de Komîteya Şopandina Girtî û Revandiyan ava kir ku peywira wê lêgerîna li ser rewşa girtî û revandiyan li gel tevahî aliyên li Sûriyê ye, ragihîne.

​​​​​​​MSD’ê avakirina Komîteya Şopandinê ya dosyayên Girtî û Revandiyan radigihîne
4 nîsan, 2020   08:24
QAMIŞLO

Di van kêliyan de Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya hevseroka MSD’ê Emîne Umer, Seroka Desteya Rêveberiya a MSD’ê Îlham Ehmed, endamên meclisê hevserokatiyê û bi dehan dezgehên çapemeniyê, tê lidarxistin, her wiha dê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed daxuyaniyê bixwîne.

Di civînê de dê MSD’ê avakirina Komîteya Şopandina dosyaya Girtî û Revandiyan li Sûriyê ragihîne.

Her wiha dê erk û peywira vê komîteyê, lêgerîna li ser rewşa tevahî girît û revandiyên li gel aliyên li Sûriyê be.

Li gorî MSD’ê ev civîna çapemeniyê di çarçoveya pêkanîna bangawaziya NY’yê ya serbestberdana girtiyan de bi sedema mitirsiya li jiyana wan a bi berbelavbûna lez a Koronavîrusê û geşkirina agirbestê re, pêk hat.

Civîn berdewam e...

fr

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SzZz1mJM9Xc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>