Şehîdên Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn

Şehîdên êrişa li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya ku di 11‘ê Adara 2014‘an de pêk hatibû li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

11 adar, 2020   17:08
QAMIŞLO

11‘ê Adara 2014‘an komek çete êrişî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo kirin. Di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn; Mûsa Mûsa, Emîn Bîlal Mihemed, Elî Suleyman, Rewşen Sarîk, Îbrahîm Melek, Eledîn Abdulîlah, Awaz Mehmûd, Cîhan Ferhan, Fehed Ebdulezîz û Helebçe Taha. Her wiha hevserokên berê yê şaredariyê Mûaz Ebdulkerîm û Sema Bekdaş û hejmarek endamên din birîndar bûn.

Bi wesîleya salvegera 6 an a komkujiya şaredariyê, şêniyên bajarê Qamişlo, di nav de endamên şaredariyê û malbatên şehîdan serdana Goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin, şehîdên komkujiyê bi bîranîn û gul danîn ser gorên wan.

Di bîranînê de, hevsereokên berê yên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Mûaz Ebdulkerîm û Sema Bekdas, hevalên xwe yên şehîd bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwestin. Hevserokan anîn ziman ku têkoşîna şehîdan serkeftinên mezin li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê encam da û banga wefedariya bi şehîdan re û parastina destkeftiyan wan kirin.

Piştre, şêniyan berî xwe dan avahiya şaredariyê ya li naverasta sûka bajarê Qamişlo kirin ku êriş lê hatibû kirin. Şêniyan deqeyek rêz girtin û mûm li ber avahiya şaredariyê vêxistin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA