Koçberên Efrînê: Zanîna rewşa rêber Apo têrê nake

Şêniyên herêma Efrînê yên ku neçar mane ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçber bibin û li kantona Şehbayê bicih bibin, gotin “Piştî bûyera şewatê ya li Îmraliyê, zanîna rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan têrê nake. Em azadiya wî dixwazin.”

Koçberên Efrînê: Zanîna rewşa rêber Apo têrê nake
12 adar, 2020   09:53
ŞEHBA

Xwepêşendarên ku tev li çalakiya şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan  bûbûn, banga bidawîkirina tecrîdê kir. Xwepêşendarên ku tev li çalakiya li gundê Babinis ê girêdayî navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bûbûn, ji ANHA’yê re re axivîn.

Şêniyê bi navê Mihemed Mistefa got: "Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku tecrîda li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin bidawî bikin. Ji ber ku ew Rêberê mirovahiyê ye û nameya ji me re şandiye têrê nake. Em azadiya wî dixwazin."

Şêniya bi navê Leyla Elî got: "Wek jinên Efrînê, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin heya ku tecrîdê dişkînin. Heya rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê em ê li ber xwe bidin."

Şêniyê bi navê Welîd Mistefa got: "Wek koçberên Efrînê ji bo şikandina tecîrda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin em dimeşin. Ji ber Rêber giyana me ye. Em ê dakevin qadan û em hemû fedaîyên wî ne.”

Her wiha şêniyê bi navê Hesen Kurdî jî got: "Em bi nameya rêber Apo ya dawîn şad bûn. Em niha dimeşin da ku tecrîdê bi dawî bikin û wî rizgar bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-fONnVu7SKc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>