Yekitiya Werzîşê ya Herêma Firatê hat avakirin

Ji bo pêşxistina werzîşê, Desteya Ciwan û Werzîşê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Firatê û meclisên werzîrşê yên kantona Kobanê û kantona Girê Spî ya dagirkirî, ava kir.

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Firatê hat avakirin
10 adar, 2020   13:45
KOBANÊ

Avakirina Yekitiya Werzîşê ya herêma Firatê û meclisên werzîşê yên kantona Kobanê û Girê Spî, piştî ji hevketina yekitiya werzîşê ya kantona Kobanê pêk hat.

Avakirina yekitiyê bi daxuyaniyekî hat ragihandin. Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Bozan Berkel û Dilê Berkel daxuyanî li yarîgeha Hevaltiya Nerwêc û Kobanê (1), bi her du zimanên erebî û kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Wekî Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê, di dîroka 10`ê Adara 2020`an de em avakirina Dezgeha Yekitiya Werzîşê ya herêma Firatê û meclisên werzîşê yên kantona Kobanê û Girê Spî, radigihînin.

Yekitiya werzîşê ya kantona Kobanê ji ber avakirina meclisa werzîşê ya Kobanê, ji hev hat xistin. Avakirina yekitiyê û meclisên werzîşê bi armanca avakirina mirovan ji aliyê werzîşê, beden û exlaqê ve û ji bo pêşxistina werzîşê, belavkirina zanabûnê û têgihîştina di aliyê werzîşê de, her wiha ji  bo aktîvkirina hemû çalakiyên werzîşê û pêşxistina behreyên heyî, pêk hat.

Yekitî û meclisên werzîşê ji hevserokan û van nivîsgehan pêk tê; Nivîsgeha lîstokên ferdî, nivîsgeha lîstokên komî, nivîsgeha werzîşa jinan, nivîsgeha futbolê, nivîsgeha menşaat, nivîsgeha ragihandinê, nivîsgeha arşîvê û dîwan û nivîsgeha komîteya biryargirtinê.

Her wiha Mihemed Ebdî û Perwîn Fewaz wekî hevserokên meclisa werzîşê ya kantona Kobanê hatin pejrandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hhw5459Uqgc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>