Li Zirganê hemleya paqijiyê

Şaredariya Gel a Zirganê bi hevkariya Şaredariya Gel a Dirbêsiyê dest bi hemleya paqijiyê li navçeyê kir.

Li Zirganê hemleya paqijiyê
10 adar, 2020   12:21
HESEKÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarên navçeyên Zirgan û Til Temir nasekinin. Hewl didin bi van êrişan herêmê ji niştecihên wê vala bikin û demografiya herêmê biguherînin.

Ji aliyekî din ve jî koma çeteyan a bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ saziyên bingehîn li herêmê dike hedef da ku tevliheviyê li herêmê derxe.

/kr/uploads/files/2020/03/10/133643_hemliya-paqijiya-le-bacare-zirgan-3.webp

Şêniyên herêmê ji bo piştrast bikin ku ew ê li hember êrişên dagirkeran û kiryarên wan bisekinin, îro endamên şaredariya gel û saziyên sivîl ên navçeya Dirbêsiyê berê xwe da navçeya Zirganê da ku tev li hemleya paqijiyê bibin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Nofa Ebîd spasiya Şaredariya Dirbêsiyê kir ku destek da wan, bi wan re tev li hemleya paqijiyê bûn û wiha axivî: "Em ê bajarê xwe ji bermahiyên şerê çeteyên dewleta Tirk paqij bikin. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji me ne pir dûr in jî. Em ê parastina bajarê xwe û paqijiya wê bikin. Em ji êrişan natirsin û em bi moraleke pir bilind li ber xwe didin."

Paşê hemleya paqijiyê dest pê kir. Şaredariya Gel jî alav û pêwîstiyên ji bo paqijkirinê dabîn kirin.

(bx)

ANHA