Li Fafînê hemleya ‘Bi paqijiyê jiyan geş dibe’ dest pê kir

Şaredariya Gel a Efrînê bi dirûşma “Bi paqijiyê jiyan geş dibe” dest bi hemleya paqijkirina kolanên navçeya Fafînê kir.

Li Fafînê hemleya ‘Bi paqijiyê jiyan geş dibe’ dest pê kir
10 adar, 2020   09:44
ŞEHBA

Îro bi dehan endam û rêveberên Şaredariya Gel, meclisa navçeya Fafînê û komînan bi dirûşma "Bi paqijiyê jiyan geş dibe" daketin taxên navenda navçeya Fafînê û dest bi paqijkirina kolanan kir.

Şaredariya gel alav û pêwîstiyên ji bo paqijkirina kolanan mîna traktor û stêrên avê peyda kirin.

/kr/uploads/files/2020/03/10/094544_sehba-saredariya-gel-1.webp

Hemleya paqijkirinê dê li hemû gundewarên navçeya Fafînê jî ji aliyê Komîteya Xizmetguzariyê ya komînan ve berdewam bike.

(bx)

ANHA