Çalakgerê hiqûqî: Tirkiye sûcên şer pêk tîne

Çalakgerê hiqûqî Cibraîl Mistefa got: “Dewleta Tirk a dagirker di du mehên dawî de, di êrişên li ser gundên Efrîn û kantona Şehbayê de careke din sivîl hedef girtin û qetil kirin."

Çalakgerê hiqûqî: Tirkiye sûcên şer pêk tîne
5 adar, 2020   05:14
ŞEHBA-CAFER CAFO –XANDÎ ELO

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan ê Kantona Efrînê-Sûriyê Cibraîl Mistef got: “Tirkiye berpirsê sûcên şer ên ku komên çeteyan li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê pêk tînin, e.”

Mistefa wiha domand: "Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybet li Efrînê sûcên bizanabûn in. Bi vê yekê qanûna mirovî ya navneteweyî û lihevkirinên Cinevê, bi taybet madeyên 4 û madeya 3 a hevpar di navbera wan lihevkirinan de binpê dike. Binpêkirinên Tirkiyê û komên girêdayî wê piştî dagirkirina Efrînê û ji destpêka 2020`an ve binpêkirinên xwe duqat kirin. Heta gihaştin koçberên kantona Şehbayê û gundên kantona Efrînê yên ku artêşa Tirk û çeteyên dagir nekirine."

DI DU MEHAN DE 6 SIVÎL DI TOPBARAN TIRKIYÊ DE HATIN QETILKIRIN

Mistefa ragihand ku di mehên Çile û Sibatê de ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek sivîl şehîd bûn û got: "Di wan du mehan de di encama topbarana rojane de li dijî kantona Şehba û navçeya Şêrawayê de 6 sivîl di nav de zarok in şehîd bûn û 12 sivîl birîndar bûn. Encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a dawî komkujiyek li gundê Aqîbê di 25`ê Sibatê de bû. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn." 

PROJEYA GUHERINA ROJHILAT

Mistefa bal kişand ser armancên Tirkiyê yên ji van êrişan û got: "Armanca wê ji van êirşan ew e ku lihevkirina Milî û projeya Mistefa Kemal Ataturk a guhertina rojhilat pêk bîne. Projeya ku hewl da wê li bakurê Kurdistanê pêk bîne. Ev made bi xwe ji xetertirîn madeyên ku Ataturk xwedî lê derketiye. Dîroka bidawîbûna wê nediyar e, heta ku bi temamî pêk were. Ev sûcên Tirkiyê li herêmê pêk tîne berdewama projeya Ataturk e."

BI HEZARAN XWENDEKAR JI MAFÊ XWENDINÊ BÊ PAR MAN

Mistefa yek ji encamên topbarana domdar wiha vegot: "Ji ber topbaranê bi hezaran xwendekar ji mafên perwerdeyê bê par man. Ji ber ku malbatên wan li ser jiyana zarokên xwe ji ber topbaranê ditirsin. Her wiha cihên olî ji topbaranê nefilitîn. Di meha Sibatê de mizgefta gundê Şêx Îs ê kantona Şehba hate topbarankirin."

SÛCÊN ŞER

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê-Sûriyê got: "Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Efrînê-Sûriyê îsbat kir ku Tirkiyê komên çeteyan ji aliyên qanûnî, rêveberî, meclisên sivîl û leşkerî ve kontrol dike. Tê zanên ku rêxistinên navneteweyî û hiqûqî daxuyanî da û tê de wan sûcan şermezar kirin."

Mistefa wiha berdewam kir: "Rêxistinên navneteweyî daxuyanî dan û tê de sûcên Tirkiyê wek sûcên şer hesibandin."

Di berdewama gotinên xwe de ev tişt diyar kir: "Komîteya Serbixwe ya belgekirina binpêkirinên li Sûriyê û Rêxistina Human Rights di saka 2019`an de daxuyanî da û tê de teqez kir ku sûcên li Efrînê pêk tên, sûcên  şer in. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji kuştin, komkujî, guhertina demografiya wê pêk anîne. Desteya NY`î bi rêya daxuyaniyekê vê mehê dewleta Tirk ji ber binpêkirinên wê li Sûriyê şermezar kir."

Cibraîl di dawiyê de bang li tevahiya aliyên navneteweyî yên têkildar kir ku bilez mudexele bikin û topbarana Tirkiyê û çeteyên wê rawestînin û got: "Wek rêxistina mafên mirovan a kantona Efrînê-Sûriyê em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku bilez mudexele bikin û topbarana Tirkiyê li dijî kantona Şehba û navçeya Şêrawa rawestînin û dagirkirina Tirkiyê ji herêman bidawî bikin. Her wiha rê bidin 300 hezar şêniyên Efrînê ji bo ku vegerin warên xwe."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FQueFFTN0c4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>