Washington tevahiya cezayên aborî li ser Sûdanê bidawî kirin

Wezareta derve ya Amerîkayê biryar da ku tevahiya cezayên aborî yên li ser Sudanê hatine ferz kirin bi dawî dike.

Washington tevahiya cezayên aborî li ser Sûdanê bidawî kirin
4 adar, 2020   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê banka Sûdanê ya navendî Bedirdîn Ebdulrehîm Ibrahîm ragihand ku banka navendî peyamek ji mudirê buroya cezayan a wezareta derve ya Amerîkayê bi rêya wezareta derve şand.

Peyamê ragihand ku tevahiya teşeyên cezayên aborî li ser Sûdanê hatine ferzkirin bidawî dibin. Li gorî du biryayên rêveberî bi hejmar 13067 û 13412 ên ku ji 12`ê Cotmeha 2017`an ve derketine.

Ibrahîm destnîşan kir ku li gorî wê ceza li ser 157 saziyên Sûdanê radibe. Ceza tenê li ser hinek kes û saziyên girêdyaî bûyerên Darfor mane.

DYA`yê di 12`ê Cotmeha 2017`an de biryar da ku piştî 20 salan ji ferzkirina cezayan li ser Xartumê bi îdiayên piştgiriya terorê, bidawî dibin. Lê biryar nehat pêkanîn.

(şx)

ANHA